Li bajaroka Dêrgulê wesayîtek a tê gotin ku a leşkerekî ye hat şewitandin, wesayîta kêlekê jî şewitî. Tê gotin ku wesayît ji ber meseleyek navxweyî hatiye şewitandin.
Li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê wesayîtek ku tê îdiakirin a Fermandarê Qeleqola Cendermeyan a Dêrgulê ye şevê din hat şewitandin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin; saet derdora 02.30an kesekî rûpûşkirî agir bi wesayîtê xistiye û ji cihê buyerê reviyaye.
Piştî ku wesayît dişewite agir bi wesayîta kêlekê jî ketiye û her du wesayît şewitîn. Hate zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û li ser kamerayên derdora cihê bûyerê lêkolîn tê kirin.
Her wiha Fermandarê Cendermeyan ê Şirnexê jî serê sibê zû hatiye cihê bûyerê.
Li bajarok tê gotin ku şewitandina wesayîtê ji ber meseleyek takekesî ango navxweyî ya fermandar û şêniyên li bajarok qewimî ye.














