Amed – Jinên ku tev li konferansa bi dirûşma “Ber bi bajarên jinan ve” hate lidarxistin bûn diyar kirin ku dê bi fikr û felsefeya çanda aştiyê ya jinan van bajaran ava bikin û anîn ziman ku bi piştgriya jinan ev bajar pêş bikevin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) beriya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Dundiya li Ser Jinan a Navneteweyî di 3yê Mijdarê deklarasyonek parve kir. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşma “Ber bi bajarên jinan ve” beşdarbûna nûnerên gelek partî û sazîyên sivîl ên jin di 8ê Mijdarê de li Çand Amedê konferansek li dar xist. Di di konferansê de serenavên “Bajarên jinan û azadî tê çi wateyê?”, “Di avakirina bajarên jinan de peywîrên me çi ne”, “Bajarên jinan tên çi wateyê?”, “Ji bo avakirina ‘Bajarên Jinan’ divê kî çi berpirsyartiyê bigirin ser xwe?” hatin nîqaşkirin û her wiha jinan di konferansê de bal kişandin ser rol û mîsyonan jinan a di pêvajoya heyî de. Jinên ku tev li konferansê bûn têkildarî avakirina bajarên jinan axivîn.
‘Em ê kolan bi kolan û gund bi gund bigerin’

Xebatkara Şarederiya Bajarê Mezin a Amedê Sevda Kayar bal kişand ser kiryarên qeyim û wiha got: “Heşt salên ku qeyiman şaredarî bi rê ve biriye, ji her alî ve hişê xwe yê baviksalar nîşan daye. Ji ber vê feraseta wan bajar ji bandora fikr û ramanên Kurdî dûr ketibûn. Navendên jinan girtin. Li dijî vê yekê me jî bi dirûşma ‘Ber bi bajarên jinan ve’ ji bo tax, kolan, bajar bibin ên jinan û li ser fikr û ramanên jinan bên avakirin piştî 8 salan dîsa dest bi xebatan kir. Em li ser vê esasê xebatan dikin.” Sevda Kayarê li ser xebatên siberojê jî rawestiya û ev tişt gotin: “Xebata me ya ber bi bajarên jinan ve dest pê kir û dê bi piştgriya jinan mezintir bibe.”
‘Nasnameya bajêr jî heye’

Mamosteya Zimanê Kurdî Dîlan Guvençê jî destnîşan kir ku bajaran jî nasname hene. Dîlan Guvençê da zanîn ku pir zimanî û pir çandî ji bo bajarên jinan polîtîkayeke domdare û got: “Zimanê ku li vî bajêrî zêde tê axaftin zimanê Kurdî ye.” Dîlan Guvençê têkildarî bajarên jinan mînakên şênber rêz kirin û wiha berdewam kir: “Niha em dizanin zarokîstan hene di van zarokîstanan da gelek xebatên pir zimanî çêdibin û zarok bi awayekî zimanê xwe hîn dibin. Ev beşeke herî girîng e ku di heman demê de bi xwe re hişmendiyê jî çêdike. Dema ku em dixwazin bajarekê ava bikin divê em li ser hişmendiya ziman bisekinin. Hişmendiya zimanî ya duyemîn jî hînkirin û pêşvebirina ziman e û ev jî bi polîtîkayên şênber û hevgirtinê dê ava bibe. Dîlan Guvençê destnîşan kir ku peywîra navendên jinan girîng e.
Dîlan Guvençê di berdewama axaftina xwe de ev tişt gotin: “Kreş beşên herî girîng in divê li her tax û gundî ev kreşên pirzimanî vebin.” Dîlan Guvençê xwest ku ev kreşên pirzimanî xizmeta gel û xizmeta jinan bikin û wiha pê de çû: “Em dibînin ku yên herî zêde astengiyê dikişînin mixabin jin in. Lênêrîna zarokan karekî ne rehet e û jinê asteng dike. Em dizanin dema kreş an malên zarokan vebibin wê çaxê jin dê bêhtir bikaribin bikevin qada civakî an qada aboriyê û xwe birêvebibin. Ji bo vê yekê jî divê polîtîkayên hevgirtinê yên şênber çêbibin.”
Feraseta çanda aştîyê dê were jiyandin

Aktîvîsta TJAyê Zeynep Sîpçîkê jî bi bîr xist ku di konferansê de biryara îlankirina pênc bajarên jinan hate dayîn û wiha got: “Ji bo ku nexşerêyeke komûnal derkeve holê ev pênc bajar hatin îlankirin. Vê fikr, raman û dînamîkên jinan em anîn bahev. Em xwedî hafizayeke kûr in. Di vê mijarê de, ev pêvajo gav bi gav hat hûnandin. Mînak di salên 1979 de 80yî de cara ewil li navçeya Curnê Reş 3 jinan di rêveberiya xwecîhî de weke endamên meclisê hatin hilbijartin. Pişt re di hilbijartina endamên meclisên şaredariyan de pergala fermûar ku yek jin yek mêr tê hilbijartin hat rûniştandin. Bi vê pergalê em ber bi bajarên jinan ve çûn. Bajarên jinan nayê wê wateyê ku tenê jin li wî bajarî bijîn, tenê nêrîna jinê ku bikeve merîyetê. Li vî bajarî pergala nêrîna jinê esas tê girtin. Tenê ne jin kesên astengdar, dînamîkên cuda, kesên xizan gelên cuda hemû wê nêrîna jinê ji xwe re weke bingeha jîyaneke azad û jîyaneke wekhev dibînin. Yek ji armanca vê yekê jî di fizîka bajêr de jî guhertin çêbibe. Ji ber ku mekan û feraset bandorê li hev dikin. Em dikarin behsa pergala komûnal bikin. Di vê pergalê de dê vîna hemû civakê hebe. Dê di vê pergalê de dê kuştina jinan, kuştina ajalan, tecavuz û tacîz çê nebe. Dê bi hev re hilberînê bikin û bi hev re xerç bikin. Dê fikr û felsefeya çanda aştiyê ya jinê pêş bikeve. Hemû hêzên Amedê kom bûn û fikr û ramanên xwe parve kirin. Ji bo bajarê jinan niqaş kirin. Ev girîng e. Em ê li tax, kolan, gund û bajaran xwe bigînin hemû jinan. Em ê bi hemû jinan re hevdîtinan bikin û fikrên wan bistînin.”













