Aktivîstên TJA û Dayikên Aştiyê yên Enqereyê bi berzkirina dirûşmên, “Bijî Serok Apo” û stranan ji bo Meşa Gemlîkê ku ji aliyê TJAyê ve ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê li darxistin, ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) dê îro ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya “Niha dema azadiya Rêber Apo û dema jinan e” li navçeya Gemlîkê ya Bursayê meşekê li dar bixe. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî jî di nav de aktivîstên TJA û Dayikên Aştiyê di seatên sibê de li avahiya DEM Partî ya Enqereyê kom bûn û li wir ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin. Jinan di rê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” berzkirin û stran gotin.













