* Hevserokê DEM Partiya Sêrtê Eşref Tekîn diyar kir ku xwedîderketina li Rojava xwedîderketina li nirxên gelê Kurd e û got: “Ji bo çareseriya alozî û krîzan divê demildest bi birêz Ocalan û Rêveberiya Xweser re muzakere bên destpêkirin.”
* Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl bi lêv kir ku ew ji bo yekitiya neteweyî ya Kurd amade ne û got: “Divê hemû partî di vê qonaxê de nerînên xwe bikin yek. Em bixwe amade ne bila gelê me jî wisa bizane.”
* Çalakiya Nobeta li ser sînorê Nisêbîn û Pirsûsê ya ji bo parastina Rojava berdewam dike. (12.00-16.00)
* Xizmên Windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Parka Koşuyolu ya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin dê çalakiya li Qada Galatasarayê ya Stenbolê berdewam bikin. (12.00)
Komîsyona Girtîgehan ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiyên xwe li Enqere û Stenbolê berdewam bikin. (13.30)
* Qurbaniyên Komkujiya Roboskî wê di salvegera 13emîn de li gundê Roboskî bên bi bîranîn û bixwazin berpirsiyar bên darizandin . (13.00)
* Komeleya 78an dê li Şaxa 1emîn a Egîtîm Senê ya Amedê kongreya xwe pêk bîne. (11.00)