* Hevberdevkê Têkiliyên Dervê yê DEM Partiyê Berdan Ozturk anî ziman ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada navneteweyî jî deng vedaye û got: “Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî destê dewletê xurt dike. Azadiya fizîkî ya birêz Ocalan şert e.”
* Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Neşmîl Ebdî daneyên darvekirinê yên ji serê sala 2025an heta niha parve kir û da zanîn ku di van 10 mehên dawî de hezar û 365 kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.
* Gelek sazî û dezgehên fermî yên dewletê qaşo ji bo parastina xwezayê ji aliyekî ve dibêjin “em daran diçînin” û li aliyê din jî daristanan talan dikin.
* Tevgera Jinên Azad û partiyên siyasî yên Şirnexê wê starta çalakiyên xwe yên têkildarî 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî li Hezex bi meş û daxuyaniyekê bide. (13.00)












