Amed – UNESCOyê di sala 2015an de ji bo parastinê Baxçeyên Hewselê xistibû nav Lîsteya Mîrateya Cîhanî. Her çiqas Hewsel ji bo parastinê di nav lîsteya navborî de be jî îro bi gefa windabûnê re rû bi rû maye. Ekolojîst Zekî Kanay bang û hişyariya xwedîderketina li Hewselê dike.
Baxçeyên Hewselê yên Amedê yek ji xweşikî û dîtbariya herî delal a mîna bihûştê ye. Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO)di sala 2015an de Baxçeyên Hewselê xistibû Lîsteya Mîrateya Cîhanî. Ev baxçeyên bihuşta ser rûyê erdê bi gefa windabûnê re rû bi rû ye. Ji ber pergala avdaniyê ya kevnar, ekosîstema dewlemend û dîroka xwe ya 8 hezar salî, ev baxçe yek ji mîrateyên çandî yên herî girîng ên cîhanê ne. Lê belê di van salên dawî de, bi taybetî piştî hilweşîna taxên Sûrê, forma orîjînal a van baxçeyan bi lez tê xerakirin. Bi sedan darên kevnar wekî spîndar, bî, tû, hinar, gûz û gelek cureyên din ên daran hatin birîn. Ev birîn ne tenê ekosîstemê xera dike, di heman demê de dîtbariya dîrokî ya Baxçeyên Hewselê jî winda dike.

Baxçe û qenalên kevnar tên dagirtin
Xwezayî û sînorê baxçeyan tên rakirin, qenalê avê yên kevnar tên girtin û pergala avdaniya 8 hezar salî tê xerakirin. Baxçe ji xwezaya xwe tên dûrxistin û tên demûdûzkirin. Li şûna baxçeyan erdên berfireh mîna erdên çandiniyê derdikevin holê. Ev guhertinan bi awayekî rasterast li dijî pîvan û rêgezên UNESCOyê ne. Bi çinîna garisan, dermanên kîmyasal ku ji bo parastina şitilên çandiniyê têne bikaranîn Hewselê qirêj dikin. Ev yek bandorê li nebatên endemîk û heywanan dike, bi taybetî jî li 200 cureyên çivîkên ku li vir dijîn dike.
UNESCOyê di rapora xwe ya sala 2023yan de hişyarî dabû; eger heta sala 2026an guhertinên rast neyên kirin, wê di sala 2027an de Baxçeyên Hewsel bikevin “Lîsteya Mîrateya Cîhanî ya Metirsiyê” û di dawiyê de jî ji lîsteya parastinê bên derxistin.
‘Mîrateya dîrokî ya Amedê di bin xeteriyê de ye’
Ekolojîst û akademîsyen Zekî Kanay bal kişand ser girîngiya Baxçeyên Hewselê ku di 10 salên dawî de, ev mîrateya bêhempa bi trajediyek mezin re rû bir û maye.
Zekî Kanay ku şahidê vê talana li Hewselê ye, dibêje rejîma qeyiman texrîbatgek mezin li ser baxçeyan kiriye û got: “Di 2015an de, Baxçeyên Hewselê ket lîsteya Mîrateya Cîhanî ya UNESCOyê, êdî ev baxçe ne tenê yên Amedê ne, divê bên parastin. Lê qeyiman çavên xwe ji vê yekê re girt.”
Zekî Kanay bi bîr xist ku heta salên 1960î berhemdariya fêkî û sebzeyên Amedê û derdorê ji van baxçeyan dihatin û wiha got: “Her baxçeyek navê xwe yê taybet hebû li gorî axê, hilberînê û xwediyê wê. Darên derdorê bi giranî tû bûn; ji destpêka sedsala 20emîn ve, hilberîn li ser van daran bû. Lê êdî ev dar kêm bûn û firset derket. Bi kepçe û greyderan darên dîrokî jê dikin. Min şahidiya vê talanê kiriye. Min serî li şaredariyê da. Gotin, ‘ne mijara me ye, ya Wezareta Daristanê ye’. Ez çûm wir jî, gotin ‘darên fêkiyan ne aîdî me ne’. Em bê muxatab man.”

Bexçe bûne zeviyên garis!
Zekî Kanay bal kişand ser metirsiya li ser siberoja Baxçeyên Hewselê û wiha axivî: “Êdî Baxçeyên Hewselê bûne zeviyên garis û çandiniya dexl û dan. Tiştekî ku di dîrokê de tune bû li vir tê dîtin. Darên fêkiyan jê kirin, dest bi çandina garis kirin. Maşîne û makîneyên giran dibin dixin baxçeyan, xwezaya baxçeyan xera dikin. Dermanên kîmyewî ku hawirdorê jehrî dike tên bikaranîn. Ev xerabî formasyona Hewselê bi temamî diguherîne. Ji sedî 40ê baxçeyan veguherîne erazî û zeviyên garis. Ev hemû sûcên mezin in, lê rayedar bertek nîşan nadin. Berpirsyarî ji şaredariyê derbasî Enqereyê bûye, lê Enqere dûr e û piştguh dike.”
Xeteriya UNESCOyê û çareseriyên pêwîst
Zekî Kanay bal kişand ser xeteriya ku Hewsel ji lîsteya UNESCOyê bê derxistin û axaftina xwe wiha domand: “UNESCO tespît kiriye. Baxçeyên Hewselê di bin xeteriyê de ne, îhtimaleke mezin heye ku ji lîsteyê bên derxistin. Hikûmetê got ‘Em ê tedbîr bigirin’, lê heta niha tu tişt nehat kirin. Her roj dar tên jêkirin, Hewsel tê tunekirin, êdî nabêjin ‘baxçe’, dê bêjin ‘zeviyên Hewselê’. Tenê çend cih parastî man e; ferqa di navbera wan û cihên texrîbkirî de mezin e.”
‘Gelek cih bêstatu ne’
Zekî Kanay da zanîn ku pirsgirêkek din jî a li Hewselê pirsgirêka mulkiyetê ye û got: “Pirsgirêkên din, mulkiyeta gelek baxçeyan ne diyar e. Statuya Çemê Dîcleyê tune ye, bi zanebûn bêstatu hatiye hiştin da ku were rûxandin. Heger statu hebe, heta 500 metre qeraxê çem tê parastin. Baroya Amedê serlêdan kiriye ji bo statuyê; heger encam bê girtin, êrişên li ser Hewselê dê bên şikandin.”
Hawar û banga parastinê
Ekolojîst Zekî Kanay hawara ji bo xwedîderketina Hewselê dike û dibêje, “Divê demildest rayedar bên cem hev, çareseriyek bibînin. Sûcdar bên teşhîrkirin û cezakirin da ku texrîbat bê sekinandin. Gelê me li cihên neçandî jiyan kiriye, lê ax û ava pîroz her tim parastiye. Divê em xwedî li Hewselê derkevin ev ne tenê baxçe ne, dîrok, çand û jiyana me ye. Parastina wê erka me hemûyan e.

Metirsiya windabûna mîrateya 8 hezar salî
Di makaleyên kevnar de tê gotin; Ameda qedîm av û ax bi awayekî xweş bikar dianîn. Di Çemê Enzelê de 5 fonksiyon hebûn; şûştina cilan, çêkirina çerm, selexane, aş û di dawiyê de Hewsel. Lê îro yek jî nemaye.
Hewsel ne tenê baxçeyek e; ew dîroka 8 hezar salî ya mirovahiyê ye. Lê belê heger ev metirsî bên paşguhkirin, dibe ku ev mîrateya bêhempa her û her winda bibe.”



























