• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşaredarên Akdenîzê: Hişmendiya qeyim desteserkirina vîna gel e

Abdullah Esen - Omer Demîr / AW

15 MIJDAR 2025 - 10:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevşaredarên navçeya Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan anîn ziman ku hişmendiya qeyim desteserkirina vîna gel e û gotin: “Dema ku vîna gelê me hate destserkirin, gelê me mil bi mil bi rojan çalakî li dar xistin. Hişmendiya qeyim desteserkirina vîna gel e.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Kongreya ÇandAmedê civîna rêveberiya xwecihî li dar xist. Hevşaredarên DEM Partiyê yên navçeya Akdenîzê ya Mersînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Aslan jî tev li civînê bûn. Herdu hevşaredarên ku Wezirê Karên Hundir ew ji peyvirê girtin û qeyim tayînî şûna wan kir; derbarê kiryarên qeyim û pêvajoyê de ji Ajansa Welat re axivîn.

Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ku nêzî 10 mehan dîlgirtî mabû wiha axivî: “Me peywira xwe ya şaredariya Akdenîzê pêk dianî. Me ji bo civakeke demokratîk xebatên civakê dikir. Kesên ji kar û xebatên me aciz dibûn, em girtin.  Girtina me li dijî hiqûqê bû. Min weke parêzerekî ev tişta hanê bi çavê xwe dît. Dosye û dozên ku li me vekirin neheqî û bêedaletî bû. Di dawiyê de jî em di dirûşmeya yekemîn de tehliye bûn. Divê êdî neheqiyên wisa bi dawî bibin. Divê kesên bi vîna gel hatibin hilbihjartin nekevin zindanan û pêşiya wan vebibe. Hêviya me ew e ku hemû siyasetmedarên me yên girtî jî bêne berdan. Niha qeyûm şaredariya Akdenîzê bi rêve dibe. Ev qeyim bixwe jî vîna gel xesp dike û li dijî demokrasiyê ye. Qeyim hem hevşaredaran mexdûr dike û hem gel mexdûr dike. Îro di Rojhilata Navîn de siyaseteke demokratîk tê meşandin. Hedefa vê siyasetê jî civakeke demokratîk e. Divê ev tişt jî dora siyaseta derdorê bê rûniştandin. Divê şaredariyên Akdenîz Wanê, Colemerg û bajarên din dîsa ji deztê qeyim derxin û teslîmî gel bikin. Em hêvîdarin ev pêvajo jî bigihêje armanca xwe.”

‘Gel mil da hev û li şaredariyê xwedî derket’

Hevşaredar Nuriye Aslan jî da zanîn ku armanca qeyim ji aliyê hemû gelan ve tê zanîn û got: “9 sal in li dijî hemû destkeftiyên gelê Kurd polîtîkayên qeyûm di meriyetê de ne. Desthilatê di hilbijatina 2024an de winda kir. Careke din jî bêhetemûliya xwe ya li dijî destkeftinyên me nişandan. Akdenîz malovaniya Kurdan û nasnameyên din dike. Me jî riza û dengê hemû bawerî, nasname û rengan girt û em hatin ser kar. Dema ku vîna me hate destserkirin gel li şaredariyê xwedî derket. Mil bi mil bi rojan çalekiyan li dar xistin. Tu wateya pişhilbijartinê jî nahêle û sindoqan jî ji holê radike.”

‘Qeyim gel nasnake’

Nuriye Aslan bal kişand ser kiryarên qeyim ên ku li dijî destkeftiyên wan hatine kirin û got: “Armanca wan ew e ku ji xwe re bingekê ava bikin. Di heman demê de êrişên destkeftiyên muxalefeta bingehîn a Tirkiyeyê jî hate kirin. Bi van êrişên pergalê muxalefetê jî ji xwe re fêm kir ew jî di hedefê de ne. Ji bo em qeyim bişînin tişta ji destê me bê em ê bikin. Qeyim di serî de li dijî vîna jinê û ciwanan e. Qeyim ewil dest diavêjin navend jinan. Ji ber ku zane rol û misyona jinan pêşîlêvekirina jinên cîhanê ye. Hewceye ku em di vir de hişyar bin û li ber xwe bidin. Daraz dizane tişta ku li hemberî me hate meşandin, siyasî ye. Hewce bû ku şaredarî nehatibûna destserkirin, ji ber ku gelek nasnameyên cuda deng dane me. Qeyim xizmeta gel nake û gel nas nake.”

Etîket: akdenizHevşaredarHoşyar SariyildizMêrsînqeyim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

26 HEZÎRAN 2026
Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

11 HEZÎRAN 2026
Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

19 GULAN 2026
Dema qeyimê Mêrdînê 2 mehên din jî hate dirêjkirin

Dema qeyimê Mêrdînê 2 mehên din jî hate dirêjkirin

2 GULAN 2026
Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

Tîryakî: Ji bo ku meseleya Kurdan bê çareserkirin divê cezayê Siddik Akiş bê betalkirin

1 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (812)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne