Li Amedê li ser Rêya Rihayê ji ber loxerên avê xetimî ne, barana ku dibare li şûna xwe dibe gola avê.
Ji duh bi şev ve li Amedê û li gelek bajarên derûdora wê baran dibare. Ji saetên şeveqê ve li Amedê baran bi guje guj dibare û gelek rê û cadeyên Amedê veguherîne gola avê. Li ser Rêya Rihayê li ber Sîteya Pîşesaziya ya 3yemîn ji ber baranê û her der bû gola avê. Ji ber qapaxên loxeran xetimî ne av naçe û li vir dibe gol. Wesayît û welatî bi zehmetî diçin û tên. Gelek wesayît ji neçarî xwe li avê dixin û derbas dibin.













