DFGê, MKGê û Basin-Îşê li Enqereyê panela rojnamegeriya aştiyê li dar xist û di panelê de li ser zimanê medyayê, pêkanîna rojnamegeriya aştiyê nirxandin hatin kirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK-Basin-Îş li avahiya Weqfa Rojnamegeriya Lêkolînêr a Ugur Mumcu ya li navçeya Çankayayê panela, “Rojnamegeriya Aştiyê” li dar xist. Moderatoriya panelê Endama Rêveberiyê ya Basin İşê Îzel Sezer kir û Doç. Dr. Tezcan Durma û Doç. Dr. Ayşe Nevîn Yildiz jî weke panelîst beşdar bûn. Panel bi axaftina Îzel Sezer ve destpêkir. Îzel Sezer anî ziman ku li ser zimanê aştiyê yê medyayê nirxandin dê bên kirin.

Doç. Dr. Tezcan Durna diyar kir ku di şert û mercên medyayê yên heyî de rojnamegeriya aştiyê zahmet e û ji bo rojnamegeriya aştiyê ew van xalan pêşniyar dikin:
* Kesên ku di medyayê de dixebitin divê çalakiyên bazirganî nekin.
* Divê Serokatiyê Ragihandinê were girtin û saziyek nû were damezrandin.
* Divê baceya TRTê were betalkirin.
* Rêxistinên weşanê dikaribin kooperatîfan ava bikin.
* Divê rojnamegeriya civakî û rojnamegeriya lêkolînî werin teşwîqkirin.
Doç. Dr. Ayşe Nevîn Yildiz jî diyar kir ku ji bo rojnamegeriya aştiyê zimanê medyayê bê guherandin û ne zimanekî tundiyê lê zimanekî aştiyê bê bikaranîn. Ayşe Nevîn Yildiz ji dîrokê û dinyayê mînakan da û li ser pêkanîna rojnamegeriyê rawestiya û ji zimanê medyayê mînak dan.
‘Em piştgiriya pêvajoyê dikin’
Piştî axaftinên panel3istan, Heserokê DFGê Selman Çîçek axivî. Selman Çîçek bi lêv kir ku ew piştgiriya pêvajoyê dikin û wiha got: “Em piştgiriya banga birêz Ocalan dikin. Li herême jî me bandora şer dît. Piştî sala 2015an dewlete êrişeke mezin li dijî bajarên Kurdan kir û bi hezaran kes hatin qetilkirin. Gelek sazî û dezgeyên Kurdan hatin kirin. Serkêftina vê pêvajoyê jî giredayî çapemeniyeyê. Em bi ziman û wêşenê dikarin aştiyê xurt bikin. Ji bo wê jî em piştgiriya aştiyê dikin. Diyalog û muzakere pir girîng e. Em jî piştgiriyê didin vê yekê. Helbet rawestandina şer nayê wateya ku aştî pêk hatiye. Lê em çapemenî bi ziman û weşana xwe dikarin di nava civakê de aştiyê xurt bikin. Çapemeniya ku ji xwe re dibêje muxalîf û demokrat zimanekî li dijî pêvajoyê bikar tînin. Weke mînak girtiyên 30 sal in di girtîgehê de ne dema tên berdan ew çapemeniya ji xwe re dibêje ‘demokrat’ di nûçeyên xwe de dibêjin, ‘PKKyî hatin berdan’. Ev ne zimanê nûçeyê yê, ev bê exlaqî ye. Em zimanê aştiyê diparêzin. Baweriya me jî bi AKPê nayê. Di vê pêvajoyê de rojnameger hatin kuştin, binçavkirin û qeyim tayinî ser qanalên medyayê hatin kirin. Ev hemû tişt bêdiliya desthilatê jî nîşan dide.”

Selman Çîçek piştre jî daneyên raporên ku li ser binpêkirinên mafên rojnamegeran berhev kiribû parve kir.
‘Divê rojnameger aliyê aştiyê bin’
Serokê Giştî yê DÎSK-Basin- Îşê Turgut Dedeoglu jî bi lêv kir ku wan ji komîsyona li Meclîsê hatiye avakirin daxwaz kiriye ku li wan jî bê guhdarîkirin lê ew daxwaza wan pêk nehatiye û li ser vê yekê wan jî hewceyî bi paneleke bi vî rengî dîtiye. Turgut Dedeoglu destnîşan kir ku divê çapemenî zimanekî bi aştiyane weşanê bike û got: “Divê rojnameger ne alîgir bin lê aliyê aştiyê cih bigirin û bi zimanekî aştiyane kar bikin.”













