Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di foruma li Dihokê de axivî û diyar kir ku êdî ne mumkin e Sûriye wekî dewleteke navendî bimîne û got: “Divê Sûriyeyeke nenavendî bê avakirin.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn ku li Dihokê tê lidarxistin axivî.
Mazlûm Ebdî bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û got ku ev pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Mazlûm Ebdî bal kişand ser meseleyên li Sûriyê û got: “Êdî ne mumkin e ku Sûriye dewleteke navendî be, divê êdî Sûriye nenavendî be. Sûriyeyeke nû tê avakirin.”
Mazlûm Ebdî li ser pêwendiyên bi Şamê re jî axivî û wiha got: “Di navbera me û Şamê de lihevkirinek heye lê belge lazim in. Pirsgirêka herî mezin a di navbera me de bawerî ye.”

‘Dawiya her şerî diyalog e’
Mazlûm Ebdî li ser girîngiya diyalogê axivî û ev yek anî ziman: “Dawiya her şerî diyalog e. Me îro rêya diyalogê hilbijartiye, pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin.”
Mazlûm Ebdî bal kişand ser Peymana 10ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê û got ku wê peymanê rê li ber şer û parçebûna Sûriyeyê girtiye. Mazlûm Ebdî da zanîn ku pêvajoya di navbera wan de her çiqasî giran bimeşe jî li Sûriyeyê pêvajoyeke hevdîtinan heye.
‘Rêber Apo pêvajo daye destpêkirin’
Mazlûm Ebdî li ser pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî û got: “Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, Rêber Apo ev pêvajo daye destpêkirin.” Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku Başûrê Kurdistanê piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê û got: “Hemû Kurd dikarin di avakirina Sûriyeya nû de bi roleke xurt rabin.”
Mazlûm Ebdî têkildarî gefên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava jî got: “Me ti carî êrişî kesî nekiriye. Tevlibûna me ya nav saziyên dewletê ji bo Tirkiyeyê ne xeterî ye.”













