Tora Mafê Zarokan a Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê bi minasebeta Roja Mafê Zarokan a Cîhanê daxuyanî da û got: “Divê qanûnên li dijî mafên zarokan werin rakirin. Pêkanîna mafên zarokan pêkanîna aştiyê ye.”
Tora Mafên Zarokan a Amedê li pêşiya Edliyeya Amedê bi minasebeta 20ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî da. Endam û rêveberên Tora Mafê Zarokan, nûnerên saziyên sivîl, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya Kurdî ji aliyê mamosteyê Ma Musicê Ferhat Ertaş ve hate xwendin û metna bi Tirkî jî Hevberdevaka Tora Mafên Zarokan a Amedê Berfîn Elçî xwend.
‘1959 û 1989 ji bo parastina mafên zarokan gelek girîng in’
Ferhat Ertaş diyar kir ku dîroka 20ê Mijdarê têkoşîna mafên zarokan nîşan dide û got: “Neteweyên Yekbûyî di sala 1959an de Danezana Mafên Zarokan û di sala 1989an de jî Peymana Mafên Zarokan qebûl kir. Ev her du dîrok, ji bo parastina mafên zarokan gelek girîng in. Ji ber vê yekê 20ê Mijdarê ne tenê rojekî pîrozbahiyê ye; ji dewletan re wekî bîranîna erkên wan e jî.”

‘Pêkanîna mafên zarokan, pêkanîna aştiyê ye’
Ferhat Ertaş destnîşan kir ku di demek wiha de ku çareserkirina pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin binpêkirina mafên zarokan zêdetir dibe û wiha got: “Qedexekirina perwerdehiya bi zimanê dayikê û nenaskirina mafên nasname û çandî baweriya gel a bi dewletê qels dike. Ev rewş ne têne binpêkirina mafan e, di heman demê de bandora neyînî li ser hêviyên aştiyê jî dike. Li cihekî ku nasnameya zarokan bê qedexekirin, nemimkun e ku li wir aştî jî domdar be. Ji ber vê yekê pêkanîna mafên zarokan, pêkanîna aştiyê ye.”
Tora Mafên Zarokan ji bo aştî pêk were û mafên zarokan bên parastin ev daxwaz rêz kir:
* Divê qanûnên li dijî mafên zarokan werin rakirin.
* Divê polîtîkayên ji bo parastina mafên zarokan ji aliyê desthilatê ve were pêşxistin.
* Divê di pêvajoyê de mafên zarokan jî cih bigire.
* Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê were naskirin. Divê dev ji polîtîkayên bişaftinê were berdan.
* Divê mafê jiyanê ya herî bingehîn bê parastin.
* Divê dev ji politikayên parastina karsaz û patronan bê berdan.
* Di demê dawî de di qanûna înfazê de tê xwestin guherandin were çêkirin û zarok wekî mezinan werin darizandin. Em vê tiştê qebûl nakin.












