Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di salveger 10emîn a kuştina xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê ku di 28ê Mijdara 2015an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûra Amedê hat kuştin, saet di 10.53yan de li ber minareyê hate bibîranîn. Rêveberên Baroya Amedê û gelek parêzer û serokên baroyan ji vir çûn ser gora Tahir Elçî ya li Goristana Yenîkoyê û bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinê civaka sivîl jî amade bûn.
Beşdarên bîranînê dua û fetîhe xwendin û qerenfîl danîn ser gora Tahir Elçî.



















