• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Karkerên Şaredariya Rezanê bertek nîşanî Rahmî Koç dan

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Şaredariya Peyasê kirîna wesayîtan a ji Otosana Koç Holdîngê betal kir

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    Ahmet Tabu ê ketiye greva birçîbûnê: Berxwedan jiyan e

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    Alî Ejder Elyakut piştî 30 salan hate berdan

    Alî Ejder Elyakut piştî 30 salan hate berdan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Aloziya di navbera Îsraîl û Sûriyê de zêde dibe

Navenda Nûçeyan / AW

29 MIJDAR 2025 - 14:07
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Piştî têkçûna rejîma Beşar Esad yekem car li Başûrê Sûriyê li dijî Îsraîlê êrişên çekdarî pêk hatin û li dijî vê yekê hêzên leşkerî yên Îsraîlê navçeya Beît Jînn bombebaran kir û gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Gengaşiyên di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de her ku diçe zêde dibe. Piştî têkçûna rejîma Beşar Esad yekem car di nav axa Sûriyê de li dijî hêzên Îsraîlê êrîşên çekdarî pêk hatin. Di encama êrişê de 13 leşkerên Hêzên Parastina Îsraîlê birîndar bûn. Li dijî van êrişan, Îsraîlê navçeya Beît Jînn bombebaran kir û di encama de gelek çekdarên Hikûmeta Demkî ya Suriyeyê û sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Çavkaniyên leşkerî yên Îsraîlê derbarê mijarê de ji televîzyona Î24NEWS a Îsraîlê re axivîn. Rayedarek leşkerî yê Îsraîlî destnîşan kir ku di nav komên êriş kirin de kesên girêdayî Serokwezîrê Demkî yê Sûriyê Ehmed El Şara jî tespît kirin e.

‘Îsraîl ji Sûriyê dernakeve’

Çavkanî daxuyand ku wan telîmat ji îradeya siyasî girtine ku destûr nedin li nêzîk sînorên Îsraîlê baregehên leşkerî bên avakirin. Heman çavkanî derbarê danûstandinên di navbera Sûriyê û Îsraîlê de jî ev agahî dan: “Sûriye niha xwedî îstîkrarek ku bi Îsraîlê re peymanek çêbike de nîne. Pir bêîstîkrar e. Bûyerên dawî jî ev yek piştrast kir. Her wiha vê yekê nîşan da ku divê Îsraîl ji Çiyayê Hermon û deverên kontrol dike, dernekeve.”

‘Sozên Trump bandorê li siyaseta Îsraîlê nakin’

Li gorî heman çavkaniyê piştî serdana Şara ya Washingtonê û hevdîtina wî ya bi Serokê DYAyê Donalt Trump re helwesta wan guheriye û daxuyaniyên Şamê yên derbarê Îsraîlê de hişk bûne. Çavkaniyê leşkerî ku daxuyaniyên Şara û Wezîrê Karên Derve Şeybanî yên wekî, “Divê Îsraîl axa Sûriyeyê terk bike û bikişe sînorên berî 7ê Cotmeha 2025an” bi bîr xistin û ev daxuyanî wekî astengkirina peymanek nû di navbera herdu welatan de nîşan da. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku Trump hin soz dane Şara lê Îsraîlê bombebarankirina Beît Jinnê xwest bi Şara bide famkirin ku ev soz dê bandorê li siyaseta Îsraîlê neke. Di nûçeyê de çavkaniyek dîplomatîk jî diyar dike ku Îsraîl û Sûrî li gorî hefteyek berî niha ji peymanekê pir dûrtir in.

Etîket: Ahmed ŞaraArtêşa ÎsraîlêÎsraîlSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di êrîşên Îsraîlê de 14 kes li Lubnanê hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê de 14 kes li Lubnanê hatin kuştin

9 HEZÎRAN 2026
Di navbera DYA û Îsraîlê de qeyrana sîxuriyê

Di navbera DYA û Îsraîlê de qeyrana sîxuriyê

7 HEZÎRAN 2026
AFP: Hizbullahê plana agirbestê red kir

AFP: Hizbullahê plana agirbestê red kir

4 HEZÎRAN 2026
Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

2 HEZÎRAN 2026
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

1 HEZÎRAN 2026
Îsraîl ji Çemê Lîtanê derbas bû, Keleha Baufortê zeft kir

Îsraîl ji Çemê Lîtanê derbas bû, Keleha Baufortê zeft kir

31 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    TEV ÇANDê bertek nîşanî êrişên li hemberî hunermend Diyar da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çareseriya şerê taybet di paradîgmaya modernîteya demokratîk de ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ev der ne Hewreman e gundên Xîzanê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zeydan: Em ê bi civakek demokratîk layîqî nirxên xwe bimînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Çima hemû xelk dikarin bi alaya xwe werzîşê bikin lê em nikarin?’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Deklerasyona ‘Mîtînga Azadiya’ hat aşkerekirin: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Diyar Koç ku bi hedef nîşandanê hatibû girtin hate berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hatîmogullari: Beriya Meclîs bikeve betlanê divê çarçoveya qanûnî bê amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (254)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne