• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    Konferansa MÎA-FEDê: Ji Sumeyye bîn Habbâtê heya Dayîkên Aştiyê têkoşîn didome

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    ‘Yek li qesrê û yek jî li zindanê be nabe’

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

    Li gelek navçeyên Stenbolê amedekariyên Mitînga Azadiyê

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin’

Ûgûr Dînler / AW

5 KANÛN 2025 - 10:04
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rêveberê Şaxa ÎHDê ya Amedê Firat Akdenîz diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde pêk bê, divê daxwazên xizmên windayan bên bicihanîn û got: “Ji bo aştiyeke mayinde divê gorên windayan bên aşkerekirin û winda bên dîtin.”

Xizmên windayan ev 30 sal in li benda ditîna windayên xwe ne û ev 30 sal in çalakiyên xwe didomînin û li ber xwe didin. Ji ber ku di sala 1987an de Rewşa Awarte (OHAL) tê îlankirin û demekî dirêj berdewam dike, xizmên windayan neçar dimînin û li Qada Galatasarayê ya Stenbolê di 27ê Gulana 1995an de dest bi çalakiya xwe dikin. Piştî OHALa hatiye îlankirin li Kurdistanê radibe, malbatên windayan di sala 2002yan de berê xwe didin bajarên bakurê Kurdistanê û çalakiya xwe li wir didomînin. Heya niha malbatên windayan gelek caran serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) dane. Li gorî daneyên ÎHDê hezar û 352 kes li bajarên bakurê Kurdistanê bi destê hêzên paramîlîter û JÎTEMê hatine windakirin û bi îşkenceyê hatine kuştin. Firat Akdenîz jî yek ji ferdên wan malbatên windayan e û rêveberê Şaxa ÎHDê ya Amedê ye. Ew jî her hefte li Amedê bi malbatên windayan re tên cemhev û ew bi hevre dengê xwe bilind dikin ku windayên wan bên dîtin û kujer bên darizandin.

‘Me nedizanî dewlet polîtîkayek ewqas cuda li ser me dimeşîne’

Firat Akdenîz bal kişand ser erişên salên 1990î û şerê taybet yê bi destê hêzên paramîlîter li Kurdistanê dihate meşandin û wiha got: “Wê demê gelek kes dibirin îşkence li wan dikirin û winda dikirin, tu agahî ji wan kesên winda nedihate girtin. Kesekê nedizanî winda û windahî çine. Dewletê bi çi awayî ev kes dibirin, winda dikirin armanca wan windakirinan çi bû? Me nedizanî. Me digot qey dê windayên me werin. Me nedizanî dewlet polîtîkayeke ewqas cuda li ser me dimeşîne. Piştî ku hêviya me şikest dayikên me û xizmên windayan li dadgehan li ber qereqolan pirsa windayên xwe kirin û êdî xizmên windayan ketin nav lêgerina windayên xwe. Xizmên windayan di nav vê lêgerînê de tu bersiv negirtin. Pişt re 27ê Gulana 1995an de li Qada Galatasarayê xizmên windayan bi wêneyên windayên xwe dest bi çalakiya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ kirin.”

‘Dewletê wê demê li ber çavên me xizmên me dibirin û winda dikirin’

Firat Akdenîz dest nîşan kir ku ji ber rewşa awarte ya di salên 90î de hatiye îlankirin neçar dimînin ku li Qada Galatasarayê dest bi çalakiya xwe dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li Qada Galatasarayê ya Stenbolê dest bi çalakiya xwe kir. Dayîkên me mehê carekê an du caran li Kurdistanê bi rê diketin û tev li çalakiyê dibûn. Ji ber ku li Kurdistanê şerê taybet û rewşa awarte hebû malbatan nedikarî çalakiyên xwe li Kurdistanê bikin. Sedema wê jî dema malbatên me li windayên xwe digeriyan ew jî dihatin revandin û winda kirin. Lê her çiqas xizmên windayan hatin astengkirin û windakirin jî ev têkoşîn li ser milê dayîkên me heya roja îro bi îradeyeke mezin û bi bawerî hat meşandin. Ji me re digotin herin rewşa windayên xwe ji PKKê bipirsin. Lê me dizanî ku kê ev tişt kiriye û windayên me bi destê wan hatibun windakirin.”

‘Dema ku cenaze li erdê be şîna te naqede’

Firat Akdenîz rexne kir ku gel zêde piştgiriyê nade çalakiya xizmên windayan û ev tişt gotin: “Bi rastî gelê me zêde di vî aliyî de hişyar nîne. Di mijarên din de hişyariyek heye lê dema behsa windayan tê kirin hişyariyek ewqas xurt li holê tune ye. Me dixwest ev têkoşîna bi salane em dimeşînin li hemû bajaran xwedî lê were derketin. Lê mixabin di vê mijarê de gelê me pir ser nasekine. Dema ku cenaze li erdê be şîna te naqede. Heger tu agahî derheqê windayan de neyên standin, tu şahidê mirina wî nebî, tu wî mirî nahesibînî. Lê em weke malbat û xizmên windayan doza gorên xwe, hestî û windayên xwe dikin. Bila ji me re bêjin û cenazeyên me bidin û em jî vê çalakiya xwe bi dawî bikin. Bila kujer û berpirsyarê van windayan jî li ber hiquqê bên darizandin.”

‘Dewlet bixwaze dikare aqûbeta windayên me derxîne holê’

Firat Akdenîz da zanîn ku ew weke xizmên windayan di sala 2011an de bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re ku wê demê serokwezîr bû hevdîtinek pêk anîne û ev agahî dan: “Wê demê dayîka Berfo ji Serokwezîr re got ez kurê xwe dixwazim. Dewletê kurê min biriye û ez wî zindî an jî hestiyên wî dixwazim. Serokwezîr ji dayîka Berfo re got ‘Çi ji destê me were em ê bikin, ew mijara kabîneya me ye.’ Piştî hewldanan di bin Meclisa Tirkiyeyê de komîsyonek hat avakirin li ser winda kirina Cemîl Kirbayir 3 mehan lêkolîn kirin û xebat meşandin lê tenê komîsyonê got ‘Cemîl Kirbayir hatiye kuştin.’ Çima hatiye kuştin, kê kuştiye? Cenazeyê wî li ku derê ye? Ev derneketin holê tenê xebata komîsyonê bû ev. Dewlet dema bixwaze arşîva wê mezine dikare aqûbeta van hemû windayan derxîne holê.”

‘Heger behsa aştiyeke mayînde bikin divê gorên windayan eşkere bikin’

Herî dawiyê Firat Akdenîz destnîşan kir ku heger aştiyek mayînde pêk were divê bersiva xizmên windayan bê dayîn û got: “Ev mijara windahiyan ne tenê meseleya wê demê ye. Meseleya îro ye jî. Desthilata îro her çiqas wê demê berpirsyar nebe jî lê dikare îro berpirsyariyê bigire ser milê xwe û aqûbeta van windayan derxe holê û vê mijarê zelal bike. Ev sed sal in li Kurdistanê şerê taybet li ser gelê Kurd tê meşandin. 50 sal in şerek tê meşandin. Lê ev saleke em nêzî aştiyê ne. Gav hatin avêtin, komisyon hat avakirin, bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk hat. Ev hemû gav ji bo aştiyêk mayîn de ye. Lê heger em behsa aştiyek mayînde û bi hêvî bikin divê gorên windayan bên eşkere kirin, bersiva xizmên windayan bê dayîn. Em jî wek xizmên windayan şîna xwe bi dawî bikin.”

Etîket: AmedBerxwedana 30 salanFirat AkdenizÎHDXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

20 HEZÎRAN 2026
Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

20 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

Xizmên Windayan: Heya aştî pêk neyê winda jî nayê dîtin

20 HEZÎRAN 2026
Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

18 HEZÎRAN 2026
Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

Tora Koordînasyonê dê têkoşîna li dijî bengîtiyê li bajêr belav bike

18 HEZÎRAN 2026
Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    Li Bedlîsê cerdevanan zêdetirî 100 pezên gundiyan kuşt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa MÎA-FEDê: Divê em Îslama Demokratîk ava bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Kamaç: Gel amade ye divê partiyên Kurdan jî amade bin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mahfuz Guleryuz: Dibêjin beriya batlaneyê çerçove qanûn dê were rojeva meclise

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avakirina Komînan divê teqez bê pêşxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Êlihê tecawiza zarok: Bira girtin, lêpirsîna bav didome

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hunermendên TEV-ÇANDê gel vexwendin Mitîngên Azadiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Îslama Demokratîk bingeha xurt a Aştî û Civaka Demokratîk e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên Sivîl yên Amedê gel vexwendin ‘Mitînga Azadiyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 21ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (591)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne