MKG û DFG dê ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku di 19ê Kanûna 2024an de hatibûn kuştin bernameya bîranînê li dar bixe.
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê ji bo Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku di 19ê Kanûnê de dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta Tirk ve hatin kuştin, di salvegera yekem a mirina wan de bernameyek bîranînê li dar bixin.
MKG û DFG dê di 19ê Kanûnê de saet di 19:00an de li Navenda Kongre û Çandê ya ÇandAmedê bernameyek bîranînê li dar bixin. Her du komeleyan jî bi rêya hesabên xwe yên medyaya dîjîtal banga beşdarbûna bîranînê kirin.













