• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Li Îzmîrê bi boneya ‘Hefteya Lehengiyê’ bîranîn hate lidarxistin

    Otomatik taslak

    ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

El-Ahbar: Êrîşa Palmirayê nîşan da ku HSD hêza herî pêbawer e

Navenda Nûçeyan /AW

15 KANÛN 2025 - 12:19
Kategorî: CÎHAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Sernivîskarê Rojnameya El-Ahbarê Amîr Alî diyar kir ku êrîşa Palmirayê polîtîkaya nû ya Amerîkayê li holê hiştiye û wiha got: “Ev êrîşa bi destê endamê HTŞê pêk hatî danî holê ku nîvekarê herî pêbawer Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Amîr Alî destnîşan dike ku pêkhatina vê bûyerê polîtîkaya Amerîkayê ya bi Hikûmeta Demkî re ji binî ve hejandiye.

Nîqaşên derbarê êrîşa di 13ê Kanûnê de li Palmiraya Sûriyeyê pêkhatî û bandora wê ya li ser têkiliyên Amerîka û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê berdewam dikin. Piştî çapemeniya Amerîkayê, çapemeniya Ereban jî li ser vê mijarê nûçe û dahurandin weşandin. Sernivîskarê Rojnameya El-Ahbarê Amîr Alî îro li ser vê mijarê nivîsand û balkişand ser xeteriyên polîtîkaya nû ya Amerîkayê. Di nivîsê de hate bi bîrxistin ku kesê êrîş kirî endamekî HTŞê bûye û ev nirxandin hatin kirin: “Êrîşê qelsiyên ewlehiyê yên polîtîkaya Washingtonê û hebûna DAÎŞê raxist ber çavan. Vê bûyerê polîtîkaya Amerîkayê ya bi Hikûmeta Demkî re ji binî ve hejandiye. Her wiha pêvajoya rakirina pêdankirinan jî xistiye talûkeyê. Car din bûyerê nîşan da ku hêza herî pêbawer li Sûriyeyê HSD ye.”

‘Êrîşê qelsiyên ewlehiyê yên polîtîkaya Washingtonê raxist ber çavan’

Amîr Alî tîne ziman ku îhtimala êrîşeke wiha ji bo DYAyê dûr nebû û lê Washingtonê ligel vê rîskê xwest van rastiyan binixumîne. Alî ev dahurandin kirin: “Bes derkete holê ku DYA nîvekarên Hevpeymana Navneteweyî jî di vî warî de îkna nekirine û vê bûyerê jî qeyranên mezin derxistin holê. Ji ber ku êrîş ne ji derve ji hundir ve hat. Tarık Sattuf el-Hamad endamek HTŞê bû. Ji xwe Wezîrê Wezîrê Karên Hundir ê rejîmê ev yek qebûl kir. Li di bûyerên li Sûweyda û Peravê de jî derket holê ku Hikûmeta Demkî lêpirsînen berfireh derbarê kesan de dimeşîne û wisa wezîfeyê dide. Ev meselek wisa ji ber çavan reviyayî nîne. Daxuyaniyên ji hêla rayedarên rejîmê ve hatine kirin jî bi armanca îdarekirina qeyrana derketî holê ye.”

‘Herêm di nav hizban de hatiye parvekirin’

Amîr Alî derbirî ku daxuyaniyên Amerîkayê derbarê bûyerê de hatîn jî gelek rastiyan datîne holê û wiha got: “Di daxuyaniyan de hate gotin ku herêm di bin bandora HTŞê de nîne. Ev yek nîşan dide ku herêm di navbera hizman de hatiye parvekirin. Ango li herêmê qeyranek mezin a asayîşê heye. Lê rastî wisa nîne. Hêzên li El Tanafê yên girêdayî Amerîkayê berî niha daxuyandibûn ku xwe fesih kirine û tev li Wezareta Karên Hundir a Sûriyê bûye. Ev daxuyaniyên Amerîkayê ji bo xilaskirina Ebu Muhammed el Golanî hatin kirin. Lê di heman demê de rastiya li ser erdê jî vegotin. Hikûmeta Demkî nikare kontrola li ser erdê ava bike. Ku rastiya HTŞ beşek ji El Qadîreyê ye jî li ber çavan bê girtin asta talûkeyê jî derdikeve holê.

‘Hêza pêbawer HSD ye’

Têkildarî mijarê Alî got ku rastiya herî girîng a vê êrîşê derxistî holê jî derbarê HSDê de ye û ev tişt gotin: “DYAyê bi Hikûmeta Demkî re di warê wezîfedarkirina leşkeran de gelek tedbîr pêş xistine. Hemû kesên heyî di lêgerîna ewlehiyê de derbas dikin. Lê derket holê ku tevahiya van pêk hatiyên HTŞ û OSOyê tevahî di aliyê hişmendî de heman in. Vê êrîşê nîşan da ku hêza herî pêbawer ji bo Washingtonê HSD ye. Piştî têkiliyên bi HTŞê re gelek nirxandinên wekî dê têkiliyên DYA û HSD qels bibin hebû. Lê xuya ye rewş dê ji nûve bê nirxandin û guherîna polîtîkayên Washingtonê yên heyî mecbûrî ye.” Alî bi bîr xist ku DYAyê destnîşan kiriye ku piştî êrîşê li Palmîra operasyon daye destpêkirin û herê ji DAÎŞê paqij kiriye. Alî anî ziman ku ev yek ne pêkan e û ji ber ku DAÎŞê nifûzê hemû hêzên tundiraw ên li Sûriyê kiriye û xwedî torek berfireh e.

 

Etîket: Amîr AlîHSDHTSRojnameya El-Ahbar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026
HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

HSD: Sîpan Hemo bi awayekî fermî dest bi erka xwe kir

10 ADAR 2026
Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

Di navbera Hikûmeta Demkî û HSDê de pêguhertina girtiyan destpê kir

4 ADAR 2026
Li Çelebiyê bendên hevbeş hatin danîn

Li Çelebiyê bendên hevbeş hatin danîn

27 SIBAT 2026
Li Kobaniyê dorpêç didome, qeyrana mirovîn kûr dibe

Li Kobaniyê dorpêç didome, qeyrana mirovîn kûr dibe

27 SIBAT 2026
Li Reqayê şerê aşîrên Ereb û Hikûmeta Demkî gur dibe 

Li Sûriyê qeyran kûr dibe: Baregehên Hikûmeta Demkî hedef hatin girtin

25 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Îrfan Geylanî: PJAK hêrseke berhevkirî û daxwazeke dîrokî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne