• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
11 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

     ‘Mihrîcana Keda Jina Hilberî’ dê sibê dest pê bike

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    28 wekîlên CHPê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    Hem ji bo xwe hem jî ji bo hevjîn û birayê xwe dest bi greva birçîbûnê kir

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD: Divê tecrîd bi dawî bibe û girtî bên berdan

Amed - Wan / AW

19 KANÛN 2025 - 13:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên ÎHDê yên Amed û Wanê têkildarî “19ê Kanûnê Roja Piştevanî û Têkoşîna Mafên Mirovan a Di Girtîgehan De” daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî komkujiya 19ê Kanûnê tecrid hin bêtir giran bûye û bi vekirina girtîgehên tîpa S, Y û Ewlehiya Bilind rewşa girtîgehan ket qonaxeke nû û bi giştî 1412 girtiyên nexweş hene.

Di 19ê Kanûna 2000î de leşkeran operasyona bi navê “Vegera jiyanê” li dijî girtîgehan pêk anî. Operasyon li ser 20 girtîgehên pêk hatibû ku girtiyan girtîgehên tîpa F protesto dikirin. Di operasyonê de 32 girtiyan jiyana xwe ji dest da, 300 kes ji birîndar bûn.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di civîna xwe ya giştî ya 16 û 17ê Mijdara 2002yan de 19ê Kanûnê wekî “Roja Piştevanî û Têkoşîna Mafên Mirovan a Di Girtîgehan De” ragihandibû. Gelek şaxên ÎHDê bi boneya rojê daxuyanî dan çapemeniyê.

Şaxên ÎHDê yên Amed û Wanê bi minasebeta rojê li avahiyên xwe daxuyaniya hevpar dan.

Şaxa ÎHDa Amedê bi minasebeta rojê li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê Esra Saçakli ve hat xwendin.

‘Piştî bi komkujiya 19ê Kanûnê sîstema tecridê hê jî girantir bû’

Esra Saçakli bi bîr xist ku berî 25 salan êrişek li ser girtîgehan pêk hat û wiha got: “Di êrişên li ser girtiyan de 30 jê girtî bi giştî 32 kes jiyana xwe ji dest da. Di êrişan de gazên kîmyasalê hat bikaranîn. Di lêpirsînen hatin destpêkirin de tu encam nehat girtin. Piştî bi komkujiya 19ê Kanûnê sîstema tecridê hê bêtir girantir bû. Bi vekirina girtîgehên tîpa S, Y û Ewlehiya Bilind re rewşa girtîgehan ket qonaxeke nû. Îro gelek girtî di girtîgehên tîpên mîna çalê de tên ragirtin. Di van girtîgehan de gelek mafên girtiyan tên astengkirin. Girtî îro jî li dijî wan girtîgehan û binpêkirinên mafên xwe di greva birçîbûnê de ne.”

‘Dewlet di mijara girtiyên nexweş de tu polîtîkaya çareseriyê pêş naxê’

Esra Saçakli destnîşan kir ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tiştê herî girîng mijara girtiyên nexweş in û got: “Dewlet ji bo girtiyên nexweş tu polîtîkayên çareseriyê pêş naxê. Kesên ku nikarin di girtîgehan de bimînin bi gelek hincetan nayên berdan. Di sala 2025an de li gorî rapora me di girtîgehan de 161 jê jin, 1252 jê mêr bi giştî 1412 girtiyên nexweş hene. Di nav wan de rewşa 335 girtiyên nexweş giran e. Lê em dizanin ku hejmar hê jî zêdetir e.”

Herî dawiyê Esra Saçakli bi wesileya Komkujiya 19ê Kanûnê daxwazên ÎHDê anî ziman.

Daxwazên ÎHDê ev in:

* Divê berpirsiyarên komkujiyê bi awayek bandor bên darizandin.
* Divê dev ji polîtîkayên tecridê bên berdan û Girtîgehên Tîpên F, S, Y û yên Ewlehiya Bilind bên girtin.
* Divê Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê ji dev polîtikiyên xwe berdin.
* Divê sepanên îşkence ji holê bê rakirin
* Divê girtî bi awayekî xurt bikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê
* Divê mafê jiyanê bên parastin û pêşiya mirinan bên girtin
* Divê tevahî girtiyên nexweş demildest bên berdan.

ÎHDa Wanê jî daxuyanî da

Şaxa ÎHDê ya Wanê, bi heman armancê li avahiya xwe ya li Taxa Şerefiyeyê ya li Navçeya Rêya Armûşê daxuyanî da. Rêveber û endamên ÎHDê yên Wanê tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê ji hêla hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Girtîgehan a ÎHDê Sedat Kûla hat xwendin. Sedat Kûla bûyera 19ê Kanûnê şermezar kir û xwest kesên bersûc bên cezakirin.

Etîket: ÎHDa AmedêÎHDa Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026
Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

4 NÎSAN 2026
ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

ÎHDê li aqûbeta Nazim Babaoglû pirsî û qurbaniyên Helebceyê bibîr anî

14 ADAR 2026
Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan li sê bajaran li aqûbeta windayan pirsîn

14 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dengê balafirên şer xelkê Amedê bêzar dike: Bila êdî balafirên şer nefirin

    ‘Heta Serok Apo azad nebe, em ji pêvajoya aştiyê bawer nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dikandarek Kurdîhez: Divê zimanê me bibe zimanê bazirganiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Stranên dengbêjiyê yên li ber windabûnê li benda çapê ne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 11ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serkêşên çeteyan li Amedê çi kirine û çi nekirine

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala hevdîtinên ciwanan dest pê dike: Armanc hevgirtin û jiyana komunal e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ARÎ-DER û BOTAN-DERê serlêdanên kursên Kurdî dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rojnameger Pinar, Nadiye, Elîf û Muslum berdin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Wê li Wanê cara ewil ‘Fûara Pirtûkan’ bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (317)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne