Pêdankirinên Îngîlîstanê yên li hemberî komên girêdayî Tirkiyeyê ji bertekên li dijî komên çete zêdetir wekî nerazîbûn û hemleya Îngîlîstanê ya li hemberî Enqereyê tê nirxandin.
Pisporên ewlehiyê diyar dikin ku Tirkiye li gorî peymana ewil a bi Londrayê re çêkirî tevnagere û hewil dide komên xwe wekî artêşa nû ava bike. Li gorî çavaniyan ku Tirkiye di polîtîkayên xwe de israr bike îhtîmal heye ku Îngîlîstan gavên pêştir biavêje.
Îngîlîstanê du roj berî niha bi boneya şideta li hemberî sivîl û baweriyên olî biryarek girîng li dijî komên girêdayî Tirkiyeyê da. Di roja DYAyê pêdankirinên li ser Sûriyê rakirin de ev gava Îngîlîstanê wekî biryarek balkêş hate dîtin. Di rapora ji hêla Ofîsa Pêşveçûn û Karên Derve ya Îngîlîstanê (FCDO) ve hate ragihandin de sê komên sereke yên Tirkiyeyê yên bi navên Hamza Tûmenî, Sultan Mûrat Tûmenî û Siltan Suleyman Şah Tûmenî cih digirin.
Ji ber ku ji ketina rejîma Beşar Esad heta niha her du welat bi hev re tevdigeriyan ev biryara Îngîlîstanê wekî gav û peyamek li dijî Tirkiyeyê hate nirxandin.
Hedefa pêdankirinan ne çete, Tirkiye ye
Her çiqas sedema fermî ya pêdankirina wekî şideta li dijî sivîlan û komên baweriyên cuda hatibe nîşandan jî çavkaniyên herêmî û siyasî yên herêmê ji nêz ve dişopînin di heman nêrînê de nînin. Li gorî çavkaniyan li Sûriyê hem hevkariyek xurt û hem jî rikeberiyek mezin di navbera Tirkiye û Îngîlîstanê de ye. Çavkanî rewşê wiha şîrove dikin: “Li Sûriyê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê heta niha Tirkiye komên girêdayî xwe çêkirin. Îngîlîstan jî bi HTŞê re xebitî. Îstîxbatara Îngîlîstanê MI6ê di bin navê saziya alîkariyê ya bi navê Beyaz Baretliler (White Helmets) Ahmed Eş-Şara yê bi nasnav Muhammed el-Golanî û koma wî perwerde kir. Hatina ser kar a Şara jî bi destê Înglîstanê pêk hat.”
Tirkiye hewil dide artêşa Sûriyê bi tevahî zeft bike
Çavkaniyan daxuyaniyên Sefîrê Sûriyê yê berê yê Îngîlîstanê Peter William Ford ku gotibû me HTŞ ji îktidarê re amade kir, bi bîr xistin û wiha gotin: “Sûriye zêde dernakeve pêş perdê lê li paş perde mîmariya Şara ew dike. Ji bo Îngîlîstanê niha mijara herî girîng Rûsya ye. Hewil dide li Ûkraynayê serbikeve. Ji bo wê pêwistiya wê bi Tirkiyeyê heye. Bi hevkarî û tawîzên li Sûriyê dayîn hewil da ku Tirkiyê bikişîne gel xwe. Di destpêkê de hemfikir bû ku Sûriye di bin îktîdara Şara de bibe yek û bigihe îstîkrarê. Ji bo vê jî gava yekemîn avakirina artêşa nû ya Sûriyê ye. Lê ev demek e Tirkiye li gorî peymana destpêkê tevnagere. Hem bi Rûsayayê re têkiliyên didomîne û hem jî hewil dide artêşa Sûriyê bi tevahî bi dest bixe.”
Têkildarî pêvajoya avakirina artêşa Sûriyê ya nû de jî destnîşankirin ku komên radîkal ên heyîn wekî artêş hatin daxuyandin lê ev yek li ser kaxezê ma û ev agahî dan: “Tirkiye komên SMOyê wekî tûmenên 66, 76 û 86’an de bi awayek bloq di nav artêşê de bi cih kirin. Ev tûmen xweseriya xwe diparêzin û wekî artêşê tevdigerin. Tirkiye bi vî awayî hewil dide tevahiya arêşa Sûriyê bi dest bixe. Tirkiye Sûriyê wekî wilayetek xwe dibîne û wisa miamele dike. Ev yek ligel Îsraîl û Amerîkayê herî zêde Îngîlîstanê aciz dike. Ji ber ku Îngîlîstanê ev qas paye da Tirkiyeyê ku li Sûriyê bi bandor bibe.”

Biryar tê wateya ku Îngîlîstan artêşa Sûriyê nas nake
Ligel Tirkiyeyê dewleta herî zêde ji bo avakirina artêşa nû ya Sûriyê hewil dayî yek jî Îngîlîstan bû. Li gorî çavkaniyan Îngîlîstan niha xwe wekî hatiye xapandin dibîne û li hemberî vê yekê hemle dike. Ev biryar wekî, “Îngîlîstanê sê komên di nav artêşê de wekî sûcdar îlan kir. Ev di heman demê de tê wateya ku artêşa nû ya Sûriyê ku bi xwe avakiribû jî êdî qebûl nake. Hedefa vê gavê raste rast Tirkiye û kirinên Tirkiyeyê yên li Sûriyê ye. Ji ber ku Tirkiye niha gelek hesabên xwe li ser van sê koman ava kirine. Îngilîstanê bi hedefgirtina van sê koman dîrek mûdahaleyî stratejiya Tirkiyeyê kir.”
Dibe Îngîlîstan polîtîkaya xwe li hemberî HSDê biguhere
Li gorî pisporên ewlehiyê ev gava Înglîstanê tê wateya, “vegere ser peymana ewil” e û ku Tirkiye di siyaseta xwe de israr bike îhtîmal heye ku her du dewlet zêdetir bên hemberî hev û hemleyên pêşdetir bikin. Çavkanî dibêjin ku di vî warî de wekî aktorek herêmî bal dikişînin ser Îsraîlê û wekî hêzên di hundirê Sûriyê de jî Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û hêzên Durzî nîşan didin. Li gorî çavkaniyan ku Tirkiye ji polîtîkaya zeftkirina artêşa Sûriyê venegere tenê bijartekek di destê Îngîlîstanê de dimîne û ew jî guherandina polîtîkaya xwe ya li hemberî HSDê ya neyînî ye. Pisporên ewlehiyê dibêjin ku ev yek tê wateya Îngîlîstan û Îsraîl di polîtîkayên Sûriyê de nêzî hev bibin û ev yek jî dê rewşek pir cuda derxe holê.













