Xwendekarên Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Rêya Armûşê û KURDÎGEHê belgenameyên qedandina kursên Kurdî û Farisî bi mersamekê wergirtin.
Li Wanê xwendekarên Gerînendetiya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Rêya Armûşê û KURDÎGEHê belgenameyên qedandina kursên Kurdî û Farisî li Galeriya Hunerê ya Rêya Armûşê bi merasîmekî wergirtin. Xwandekar ji çar komên kursa Kurdî û yek jî ya kursa Farisî pêk dihat. Di merasîmê de belgenameyên xwandekaran ji aliyê mamosteyên wan ve hatin dayîn. Şaredariya Rêya Armûşê jî plaket da mamosteyên xwandekaran. Hevşarêdarê Rêya Armûşê Tahîr Şapkaci, Endamên Meclîsa Şaredariyê, rêveber û endamên KURDÎGEHê, partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tevlî merasîmê bûn.
Di merasîmê de Hevserokê KURDÎGEHê Mesut Kertîş axaftininek kurt kir û bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî. Mesut Kertîş bang li welatiyan kir ku divê hemû kes li malan, li kolanan, li taxan zimanê Kurdî bi axive.
Merasîma belgedayînê bi gotina stranan û gerandina govendê bi dawî bû.














