Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên girêdayî hikûmeta veguhêz bi çekên giran derdora tesîsa Bendava Tişrînê bombebaran kirin, di encamê de 3 şervanên wan birîndar bûn.
Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku îro saet di 4:00ê piştî nîvro de, komên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê derdora tesîsa Bendava Tişrînê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi top û çekên giran bombebaran kirin.
Li gorî navendê, di encama bombebaranê de 3 şervanên HSDê birîndar bûn.












