• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
27 COTMEH 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Kûrtûlmûş: Êdî dê li herêmê stranên yekitî û hevgirtinê cih bigirin

    Kûrtûlmûş: Êdî dê li herêmê stranên yekitî û hevgirtinê cih bigirin

    Di 2 rojan de 895 kes ji kampa Holê derketin

    Di 2 rojan de 895 kes ji kampa Holê derketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Serokê Durziyan El Hicri: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    Îsraîl hebûna hêzên Tirkiyeyê li Xezayê red dike

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    DFG: Dengê aştiyê nikare bê sansurkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Şîna endama YJA-STARê Ayazê bi girseyî hat ziyaretkirin

    Kûrtûlmûş: Êdî dê li herêmê stranên yekitî û hevgirtinê cih bigirin

    Kûrtûlmûş: Êdî dê li herêmê stranên yekitî û hevgirtinê cih bigirin

    Di 2 rojan de 895 kes ji kampa Holê derketin

    Di 2 rojan de 895 kes ji kampa Holê derketin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sê jinên hezkiriyên welatê xwe: Sêvê, Pakîze û Fatma

Mahmût Altintaş / AW

3 ÇILE 2025 - 08:46
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şirnex – Di qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar hatibûn kuştin. Tevî 9 sal di ser komkujiyê de derbas bû jî kujer nehatin dîtin û cezakirin. Asûman Kulter diyar kir ku her 3 jinên siyasetmedar bi berxwedan û sekna xwe bûn mînakên têkoşîna azadiyê.

 

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di 14ê Kanûna 2015an de qedexeya derketina dervê hat ragihandin û 37 rojan berdewam kir. Di 37 rojên qedexeyan de zarok û pîr jî di nav de li navçeyê 28 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û gelek avahî hatin rûxandin. Di 4ê Çileya 2016’an de endam Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar di dema qedexeya derketina derve de hedef hatin nîşandin û hatin qetilkirin. Her sê jinên Kurd jî di nava têkoşîna siyasî de cih digirtin û bi keseyetên xwe di nava hevalên xwe û civakê de jî dihatin hezkirin. Her sê jinên Kurd jî xwedî taybetmendî û çîrokên cuda bûn.

Endama Meclisa DBPê Sêvê Demîr hê di temenê xwe yê civantiyê de di nava têkoşîna siyasî de cih girtiye û gelek xebat dane meşandin. Dema HADEPê dest bi xebatên siyasî kiriye. Di sala 2012an de tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bûye. Piştî ji girtîgehê derketiye jî xebatên xwe yên siyasî domandiye. Herî dawî jî piştî dorpêça li ser navçeya Silopiyayê bajêr neterkandiye û heta dawiyê li ber xwe daye. Endama KJAyê Fatma Uyar jî di temenekî biçûk de di nav tekoşîna azadiyê de cihê xwe digire. Fatma Uyar piştî ku di sala 2009an de tê girtin û 5 salan di girtîgehê de dimîne di dema qedexeya derketina derve de dibêje “Ez ê bi gelê xwe vê pêvajoyê bi rê ve bibim” û di nava berxwedanê de jî cihê xwe digire. Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir jî dema DAIŞ êriş dibe ser Kobanê li dijî vê yekê bi dayika xwe re diçê li ser sînorê Kobanê tev li nobetê dibe û 4 rojan nobetê digire. Pakize Nayir piştî ji ser sînor digire vedigere li Silopiyayê di nava xwebatên siyasî de cih digre û di dema qedexeyên derketina derve de jî weke jineke berxwedêr cihê xwe digire.

Bi boneya salvegera 9emîn a qetilkirina her sê siyastemderên jin em bi dayika Pakîze Nayir, Behiye Nayir û hevrêya wan Asuman Kulter re axivîn.

‘Çi sûcê wan hebû ku hatin kuştin?’

Dayika Pakize Nayir, Behiye Nayir bi lêv kir ku 9 sal bi ser kuştina keça wê re derbas bûye lê ji bo wê weke îro ye. Behiye Nayir destnîşan kir ku heta ew sax be ew ê li pey doza keça xwe be û wiha got: “Em dixwazin bi ziman û çanda xwe bijîn. Her sê jinên ku hatin kuştin jî têkoşîna vê yekê dikirin. Çi sûcê wan hebû ku hatin kuştin? Pakîze, Sêvê û Fatma çi kiribûn? Di nava gelê xwe de bûn û alîkariya gelê xwe dikirin. Ew siyasetmedar bûn. Tu çek di destê wan de tunebû. Heke sûcek wan hebûya bila bigirtina, lê çima dikujin? Em dibêjin bila aştî pêk were û êdî bila kes bimire. Bila mafên me jî bên naskirin û em bikaribin bi hev re bijîn.”

Kuştina keça xwe di televîzyonê de bihîst

Behiye Nayir diyar kir ku wê kuştina keça xwe bi rêya televîzyonê bihistiye û got: “Em li malê bûn. Pakîze jî di nava gel de bû. Em li ser telefonê diaxivîn. Wê êvarê jî em bi telefonê axivîn. Piştre jî bi şev li ser televîzyonê min dît dibêjin Pakîze û hevalên pê re hatine kuştin. Pênc gule li keça min ketibûn. Nedihiştin em cenazeyên xwe werbigirin. 6 rojan cenazeyê wan di morgê de man. Piştî 6 rojan me cenaze wergirt. Me bi girseyî li Şirnexê veşart.”

‘Kujer nehatin cezakirin’

Behiye Nayir bal kişand ser nedîtin û necezakirina kujerên keça xwe û wiha got: “Heta kujerên keça min bên cezakirin em ê şopdarê doza wan bin. Kujerên wan ceza nekirin. Divê parêzer jî li ser vê yekê bisekinin û şopdarê dozê bin. Edalet li Tirkiyeyê tune ye. Heke edalet hebûna kujerên zarokên me jî wê bihatana cezakirin. Ji ber vê yekê baweriya me ji edaletê tune ye. Daxwaza me ew e ku edalet pêk were. Heta edalet pêk were em ê li pey doza xwe bin. Divê kujerên zarokên me bên dîtin û cezakirin.”

‘Hezkiriyên welatê xwe bûn’

Asuman Kulter ku bi her sê jinan re di heman demê de xebatên siyasî meşandiye anî ziman ku di sala 2014an de her sê jin nas kiriye û wiha axivî: “Her sê heval jî hezkiriya welat û axa xwe bûn. Ji ber wê min hêz ji wan digirt. Em bi hev re li tax û kolanan dixebitîn. Her sê heval jî ji aliyê civakê ve pir dihatin hezkirin. Mîrateyeke mezin li dû xwe hiştin. Me jî soz da wan ku em ala wan li erdê nehêlin û têkoşîna jinan li pêş bixînin. Dema li cihekî qala wan tê kirin ez hêz digirim. Bîranîna wan hêzê dide min. Dema qala wan dibe berxwedan û têkoşîn tê bîra min.”

‘Hedef hatin girtin’

Asuman Kulter di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku her sê hevalên wan jî bi zanebûn hatine kuştin û got: “Kujerên wan hê jî di nav me de digerin. Nehatin cezakirin. Jixwe hedef hatin girtin û bi zanebûn hatin kuştin. Ji ber ku ev pergal ji têkoşîn û berxwedana jinan digirse. Em jî heta bigihîjin armanca xwe em ê şopdarên hevalên xwe bin. Ji bo edalet pêk were divê em têkoşîna xwe xurt bikin.”

 

 

 

Etîket: Fatma UyarPakize NayirSêvê DemîrSîlopiya
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Jina ducanî birîndar kir, zarok jiyana xwe ji dest da

Jina ducanî birîndar kir, zarok jiyana xwe ji dest da

16 COTMEH 2025
Jinan ji bo Rojînê daxuyanî da: Rayedar hin tiştan vedişêrin

Jinan ji bo Rojînê daxuyanî da: Rayedar hin tiştan vedişêrin

15 COTMEH 2025
Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

Li Silopya rewşa jina tundî lê hatî kirin giran e

4 ÎLON 2025
Li Silopiya mohkirina Komeleya Avestayê hat şermezarkirin

Li Silopiya mohkirina Komeleya Avestayê hat şermezarkirin

4 TEBAX 2025
Zîhniyeta DAIŞê îro bi destê HTŞê didome

Zîhniyeta DAIŞê îro bi destê HTŞê didome

3 TEBAX 2025
Baroya Şirnexê giliyê kesên ku daran dibirin kir

Baroya Şirnexê giliyê kesên ku daran dibirin kir

29 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • COTMEH 2025 (452)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne