Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ji bo xebatê mitînga “Hêvî û Azadî” li Palûkê ya Sûrê bi gel re civiya û got, “Em bi dilgermî, dilsozî vê mitîngê bikin mitînga sed hezaran û em rêya azadiya Rêber Apo vekin.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ji bo xebatên mitînga “Hêvî û Azadî” li Palûkê ya girêdayî navçeya Sûr a Amedê bi gel re civiya. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hevserokên DBPê yê Amedê, hevşaredarên navçeyên Amedê û endamên partiyên siyasî tevlî xebatên mitîngê bûn. Gelê Palûkê Keskîn Bayindir û endamên partiyên siyasî bi kêfxweşî û kelecanî pêşwazî kirin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo sersalê şandiyî hate xwendin. Piştî peyamê Keskîn Bayindir axivî û gel vexwend mitînga “Hêvî û Azadî”.

‘Armanca me azadiya Rêberê Gelê Kurd e’
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir diyar kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiya gelê Kurd e û ev tişt gotin: “Azadbûna Rêber Apo, azadbûna gelê kurd e, Wê deriyê zindanan veke. Hedef û armanca me ew e ku bi kijan şert û merc dibe bila bibe dê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be. Em çi ji gelê xwe re bikin hindik e, kêm e. Gelê me gelekî dîrokî, qedîm û pîroz e.”
‘Em qada Îstasyonê bikin qada azadiyê’
Keskîn Bayindir gelê Palûkê vexwend mitînga “Hêvî û Azadî” ya ku 4’ê Çileyê dê were lidarxistin û axaftina xwe wiha dawî kir: “Di 4ê Çileyê de roja yekşemê di saet 13.00an de em Qada Îstasyonê bikin qada azadiyê. Em bi tevlîbûneke mezin bikin, bila Newroza Amedê jî derbas bibe û em peyameke mezin bidin dinyayê, desthilatdara û yê xêrnexwazan. Em bi dilgermî, dilsozî vê mitîngê bikin mitînga sed hezaran û em rêya azadiya Rêber Apo vekin.”














