• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
21 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Agiriyê jinek hat kuştin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Wanê Radyoya Êrîvanê û Rêya Taze hatin gotûbêjkirin

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Li Îzmîrê şahiya Cejna Zimanê Kurdî

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

    Çalakiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê di hefteya 130emîn de berdewam kir

    ARSÎSAyê ji bo Kurdî dest bi çalakiya 5 rojan kir

    ARSÎSAyê ji bo Kurdî dest bi çalakiya 5 rojan kir

    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

    Li Bismilê cangoriyên meha Gulanê hatin bibîranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Sînorê mirinê: Pasdaran birayek, leşkerên Tirk jî birayê din qetil kir!

WAN / AW

31 KANÛN 2025 - 11:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li ser sînorên ku Kurdistanê dabeş kirine, trajediyek din qewimî. Kolberê kurd Husên Dewletxah, di encama êrîşa leşkerên dewleta Tirk de hat qetilkirin. Ev bûyer, birîna malbatekê ku berê jî kurekî xwe li ser sînor winda kiribû dîsa kuta kir.

Husên Dewletxah ku ji bo debara malbata xwe karê kolberiyê dikir, li herêma sînorî ya di navbera Maku û Wanê de bû hedefa leşkerên Tirk. Husên Dewletxah di encama gulebarana rasterast a leşkerên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku berî gulebaranê tu hişyarî li Husen Dewletxah nehatiye kirin.

Malbata Dewletxah: Êşeke Dubare

Ya ku vê bûyerê hîn bi girantir dike ew e ku ev malbat ne cara ewil e ku bi vê êşê re rû bi rû dimîne. Li gorî agahiyan, birayê Husên Dewletxah, Wehîd Dewletxah jî beriya 3 salan li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dema kolberî dikir ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatiye kuştin. Malbata Dewletxah kurê wan ê yekem bi guleyên “Pasdaran”, kurê wan ê duyem jî bi guleyên “Leşkerên Tirk” hatin qetilkirin.

Siyaseta “Bêcezakirinê” rê li ber kuştinan vedike

Kuştina Husên Dewletxah careke din nîşan da ku li ser sînoran mafê jiyanê tune ye. Kolberên ku ji ber qeyrana aborî û nebûna derfetên kar, neçar dimînin barên giran di navbera sînoran de bikişînin, her roj dibin hedefa leşkerên dewletên Îran û Tirkiyeyê.

Saziyên mafên mirovan her tim balê dikşînin ser vê yekê ku li ser sînoran leşker li gorî kêfa xwe kolberan dikujin û tu lêpirsîn li dijî wan bûyeran nayên destpêkirin. Ev siyaseta “bêcezakirinê” dibe sedem ku her sal bi dehan kolberên mîna Husên Dewletxah û birayê wî Wehîd Dewletxah bibin qurbaniyên dewletan.

Etîket: kuştina kolberanLeşkerên TirkiyeyêPasdarên Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di navbera Pasdaran û Arakçî de krîza Hurmuzê

Di navbera Pasdaran û Arakçî de krîza Hurmuzê

19 NÎSAN 2026
Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

Şêniyên 5 gundên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirkiyeyê nikarin vegerin li cih û warên xwe

11 NÎSAN 2026
Pasdarên Îranê: Me Balafira Şer ya Amerîkyê ya F-35 xist

Pasdarên Îranê: Me Balafira Şer ya Amerîkyê ya F-35 xist

3 NÎSAN 2026
Li ser sînor kuştina sîstematîk berdewam dike: Di 20 salan de 2 hezar û 150 qurbanî

Li ser sînor kuştina sîstematîk berdewam dike: Di 20 salan de 2 hezar û 150 qurbanî

30 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    Komkujiyeke bikeser: Tevî sebîyê 8 rojî malbatek qetil kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tevî biryara AYMê û muzakereya bi Ocalan re jî çima dirûşm û wêneyên wî tên qedexekirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 20ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin di qada zarokan de rêxistina xwe ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Erdogan: Saziyên me ji bo tasfiyeya ‘rêxistinê’ dixebitin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Qonaxa Cemîl Paşa dengê helbestan bilind bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ceylan Akça ji bo windayan 100 peşniyarname da Wezareta Dadê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê bi pileya 5.6 erd hejiya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Statuya Rêberê Gelê Kurd statuya Kurdan e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (532)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne