SOHRê bîlançoya sala 2025an a Sûriyeyê aşkera kir. SHORê daxuyand ku qurbaniyên tundî û kuştinê yên li Sûriyeyê 9200 kes derbas kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya 2025an a kiryarên tundî, sûc û qetilkirinên bi ajoyên taîfperestî û tolhildanê parve kir. SOHRê diyar kir ku herî zêde jin û zarok hatine qetilkirin.
SOHRê destnîşan kir ku di 2025an de 9272 kes, di nav de 504 û 550 jin bi rêbaz û awayên cuda hatine qetilkirin; weke tesfiyekirin, înfazkirin, îşkence, pevçûn, teqîn, êrişên çeteyên DAIŞê û bermahiyên şer.
Di pêlên tundiya meshebî ya li herêmên peravê, hindirê Sûriyeyê û başûr û hwd. 2939 kes, di nav de 68 zarok û 213 jin hatin înfazkirin.













