Enqere – Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol dê sibê piştî merasîmekê di seat 14.00an de li Goristana Karşiyakayê bê veşartin.
Mamosteyê Çapemeniya Azad Rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol ku ji 14ê Cotmehê û vir ve li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da. Ji bo Huseyîn Aykol dê sibê ji seat 10.30an heya 12.30an li Sahneya Yilmaz Guney a Navçeya Çankayayê ya Enqereyê merasîmek were lidarxistin. Piştî merasîmê Huseyîn Aykol dê di seat 14an de li Goristana Karşıyaka ya Navçeya Yenimahalle ya Enqereyê were oxirkirin.
Malbat, heval û xebatkarên Çapemeniya Azad dê di merasîma ji bo Huseyîn Aykol were lidarxistin de amade bin.













