Wan – Wênesaz Abdullah Babat ku li ser rola çand û hunerê ya di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî, diyar kir ku çand û huner mêjî û bîra civakê ye û got: “Çand û huner ruh e û heke pêvajo bi vî ruhî hat vegotin dê civak jî tev li pêvajoyê bibe.”
Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat destpêkirin. Ji hemû aliyan ve ev pêvajo erênî hat dîtin û bêguman ev pêvajo dê li ser gelek qadan bandoreke mezin bike. Yek ji van qadan jî çand û huner e ku di avakirina civakeke demokratîk de xwedî bandoreke mezin e. Çand û huner bi berhemên xwe dikare di vê pêvajoyê de û piştî pêvajoyê jî di avakirina civakeke demokratîk de bi roleke mezin rabe.
Wênesaz Abdullah Babat ku 30 salan di girtîgehê de maye, têkildarî rol û rista çand û hunerê ya di pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de ji Ajansa Welat re axivî û girîngiya çand û hunerê nirxand.
Abdullah Babat di sala 1992yan de li Wanê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin û 30 salan di girtîgehê de ma û di 15ê Nîsana 2022yan de jî tehliye bû. Babat, niha li Akademiya Hunerê ya Aryenê wêneyan xêz dike û perwerdeya wênesaziyê dide ciwan û zarokan.
‘Her tim ji berhemên kevn dixwin’
Abdullah Babat destnîşan kir ku ji hêla saziyan ve gelek sazî û dezgeh li bakurê Kurdistanê hene, lê ji aliyê qalîteyê ve gelek qels in. Abdullah Babat anî ziman ku di hemû beşên çand û hunerê de paşveçûnek heye û got: “Ji aliyê naverok û afirandinê ve pirsgirêk heye. Kevneşopî û bingeheke me ya xurt heye, lê sazî û dezgehên me xwe pêşve nabin, tiştên nû naafirînin. Hertim ji berhemên kevin dixwin û li ser van berheman kar û xebatên xwe dimeşînin. Weke mînak di warê muzîkê de salên 90î gelek baş bûn, lê niha em heman tiştî nabînin. Lewma li Bakur niha xitimandineke hunerî heye. Folklora me jî niha di rewşeke nebaş de ye, tenê di dawetan de maye û komên heyî baş nîn in. Di dawetan de jî stranên kevn ên çandî tên xirakirin û berevajîkirin.”
‘Ev pêvajo ji pêvajoyên din cudatir e’
Abdullah Babat bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û diyar kir ku wî pêvajoyên beriya niha di girtîgehê de şopandibû. Abdullah Babat bi lêv kir ku ev pêvajo ji pêvajoyên din cudatir e û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Ji aliyê dewletê ve gavên wiha mezin nehatine avêtin, lê ez gelekî bi hêvî me. Tiştên tên axaftin û kirin ne weke demên berê ne û serdem jî ne serdema berê ye. Êdî di cîhanê de guhertinên gelekî mezin çêdibin û ev pêvajo tenê bi rewşa dewlet û rêxistinê ve girêdayî nîne. Divê mirov guhertinên li cîhanê û Rojhilata Navîn bi hev re girê bide. Ez di wê baweriyê de me ku di demên pêş de dê gavên baş bên avêtin. Beriya niha dewlet bi xwe di warê çareseriyê de astengî derdixist, lê niha dewlet vê pêvajoyê dixwaze. Lewma divê em bizanin ku gav avêtin tiştekî hêsan nîne û dê hêsan jî nebe. Dê bi geşedanên derdorê ve girêdayî hinek gavên erênî bên avêtin. Rêxistinê hinek gav avêtin, lê çavê me civakê li dewletê ye. Ev yek dê hinekî domdirêj be.”

Bandora pêvajoyê ya li ser çand û hunerê
Abdullah Babat diyar kir ku çand û huner mêjî û bîra civakê ye û got ku ji her alî ve şert û mercên civakê xweş bibin, dê huner jî çand jî cihê xwe qewîntir bike. Abdullah Babat da zanîn ku heke zext li ser hunerê hebe pêş nakeve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo huner xwe bigehîne hemû beşên civakê divê hinek şert û merc hebin û ev şert û merc jî bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye. Heke pêvajo pêş bikeve, ji hêla demokrasiyê ve gav bên avêtin dê çand û huner zêdetir pêş bikeve û bandora wê jî mezintir be. Heke pêvajo bigehije armanca xwe dê ev qelsbûna hunerê jî ji holê rabe. Dê hincetên me yên li pêşiya xebatê digire jî ji holê rabin.”
‘Çand û huner xerca civakê ye’
Abdullah Babat bal kişand ser rola çand û hunerê ya di avakirina civaka demokratîk de û bi bîr xist ku çand û huner xerca civakê ye. Abdullah Babat anî ziman ku tişta ku bedewiya civakê derdixîne holê çand û huner e û got: “Divê çand û huner jî bi vê şêwazê nêzî pêvajoyê bibe, heke pêşketin jî çênabe. Rist û rola hunerê gelek mezin û girîng e. Di salên 90î de hunerê cîhekî gelek girîng digirt û lewma divê huner vê rola xwe di vê pêvajoyê de jî bilîze. Ji ber şerê qirêj bandoreke gelekî neyînî li ser civakê çêbûye û ya ku vê bandora neyînî li ser civakê rake dîsa çand û huner e. Hemû beşên çand û hunerê bi vê şêwazê tevbigerin, dê bandoreke gelek mezin bikin. Çand û huner ruh e û heke xebat bi vî ruhî hat meşandin, dê civak jî tev li pêvajoyê bibe.”













