Êlih – Parlamenterê berê yê DEPê Nîzamettîn Togûç diyar ku dewleta Tirk di pêvajoyê de ne samîmiye û got: “Dewletê hê jî ji bo çareseriyeke mayînde gavên şênber neavêtiye. Em hêvîdarin ku dê şert û mercên aştiyê pêk bên.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de daye destpêkirin gelek tişt bi xwe re guherandin û rê li ber gelek tiştên nû vekir. Piştî bangê PKKê di 12ê Gulanê de encamnameya kongreya xwe aşkere kir. Diyar kir ku xwe fesix kirine. Piştî 26 salan di 9ê Tîrmehê de cara yekemên vîdoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin. Şendeya DEM Partiyê çû Girava Îmraliyê û hevdîtinan bi Abdullah Ocalan re kirin. Parlamenterê berê yê DEPê Nîzamettîn Togûç ê ku di sala 1993an de li Êlihê di kuştina parlamentere berê yê DEPê Mehmet Sîncar de birîndar bibû û piştî 21 salan ji derveyî welat ma, di sala 2015an de vegeriya welat. Nîzametîn Toguç li ser pêvajoyê ji Ajansa Welat re axivî.
Nîzamettîn Togûç diyar kir ku hê jî tu gavên berbiçav ji aliyê dewletê ve nahatine avêtin û wiha axivî: “Bi hezaran girtiyên nexweş hene û nayên berdan. Hevalên ku 30 sal cezayê wan temam bûne jî înfazên wan dişewitînin. Hê jî ew hişmendî nehatiye guhertin. Bi tenê pakêteke yasayê anîne meclise. Lê girtiyên siyasî jê sûdê wernagirin. Tenê ji bo sûcên edlî hatiye derxistin. ‘Mafê Hêviyê’ mafekî gerdûniye. Dewleta Tirk jî endamê konseya Ewropayê ye. Mafê Hêviyê, qanûnên gerdûnî yên bingehîn in. Çend sal in Konseya Ewropa ji dewleta Tirk re dibêje ku hûn van mafan bikar bînin, yasayên xwe yên bingehîn jî bi cih nayîne. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa çend caran got, we van mirovan bi awayekî bêhiqûqî girtiye û divê bêne berdan. DMME beriya du salan heta Îlonê dem dabû Tirkiye. Piştî îlonê 9 mehên din dirêj kir. Dewleta Tirk beriya ku bê avakirin bi Împeratoriyê dihat birêvebirin. Beriya sînorên ‘Mîsakî Mîllî’ bêne avakirin, di dema Osmaniyan de înkara Kurdan tune bû. Her miletekî xwe bi xwe birêve dibir. Tenê bac didan dewleta Osmaniyan.”
‘Armanc dikin Kurdan bi destê Kurdan bikujin’
Nîzamettîn Togûç anî ziman ku armanca dewleta Tirk ew e ku hemû destkeftiyên li Rojava tune bike û cardin kaoseke mezin li wir ava bike û got: “Em hêvîdarin ku dê şert û mercên aştiyê pêk bên. Di aştiyê de herdu alî jî dikarin tawizê bidin hev. Lê mixabin hê jî tişteke wisa şênber derneketiye pêş. Aştî tişteke bi qîmet e, şandeya komîsyonê çû cem Serokê Gelê Kurd, ev gelek bi qîmet bû. Heta niha înkar, îmha û darvekirin hebû. Lê piştre hin tişt guherîn. Di heman demê de gerîlayên PKKê jî xwe fesix kirin û çekên xwe şewitandin. Ger ku niyeta wan aştî be, divê Rêberê Gelê Kurd ji ‘Mafê Hêviyê’ sûdê werbigire û azad bibe. Da ku dikaribe bi hemû katmanên civakê re hevdîtinan bike. Helwestan wan a li dijî Rojava diyar e. Her cara ku diçin cem Şara wî sor dikin û dibêjin bi Kurdan re hevkarî neke. Ev tişt bi xwe jî destê Kurdan dikin. Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi xwe jî Kurd e. Armanc wî Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin.”
‘Dewleta Tirk bi israr dibêje gere li Rojava statuya Kurdan çênebe’
Di berdewamê de Nîzanmettîn Togûç balê kişande ser geşedanên ku li rojavayê Kurdistanê diqewimin û got ku dewleta Tirk ji aliyekî ve dibêje ez ê bi Kurdan re li hev bêm û ji aliyekî ve jî êrişên xwe yên li ser Rojava kêm nake û wiha pê de çû: “Heta niha kevirek ji bin xetê nehatiye ser xetê. Beriya çend salan di nava malan de malbatên welatparêz, yên gerîla û yên şehîdan tespît dikirin û bi topan êrişê wan dikirin. Digotin, YPGê avêtiye, ew jî derewe tişteke wisa tune bû. Welatiyen ji rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê, Efrînê û gelek bajarên din hatine digirkirin. Çeteyên dewleta Tirk li wir zext û zorî li gelê Efrînê dikin. Piraniya gelê Efrînê ji wir derketine, li Qampa Holê bi cih bûne. Ew jî li bendê ku bizîvirin welatê xwe. Digel ku peymana 10ê Adarê ya di navbera birêz Mazlûm Ebdî û Şara de çêbûye ew jî tiştek jê derneket. Dewleta Tirk bi israr dibêje divê li Rojava statuya Kurdan çênebe. Ev jî nîşan dide ku ji aştiyê re ne samîmî ne. Ger ku samîmî bûna dê eleqeya xwe bi meseleya Suriyeyê nadianîn, dê bihiştana ku ew ê li hev rûniştana. Heta duh jî Şara serokê DAIŞê bû. Ew dixwaze ku weke dema Esed komkujiyan bike û Kurdan jî di komkujiyan de derbas bikin.”
‘Hewceye ku Kurdan weke Kurd qebûl bikin’
Nîzamettîn Togûç got ku hewceye dewleta Tirk bibe dewleteke demokratik û ji mafê mirovan re rîayet bike û wiha bi dawî kir: “Divê êdî qanûnên cuda ji bo Kurdan jî derkevin. Divê ku êdî qanûnên dewletê bêne guhertin. Di nava sînorê Tirkiyeyê de Kurd, Laz, Çerkez û hwd. gelek gelên cuda dijîn. Heta ku van qanûnan neyên guhertin, gavên aştiyê nayên avêtin û entegrasyon jî çênabe. Hewceye ku Kurdan weke Kurd qebûl bikin, dewlet demokratîk bibe û Kurd jî di nava van sînoran de bijîn. Divê yasayên xwe biguherînin. Hebûna Kurdan li Iraqê tê qebûlkirin, lê li Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Bûyera Bûrsayê ya ku heqaret li Leyla Zana hat kirin rezalet e. Radibin ji jinekê re bê hurmetiyê dikin. Ev tişt tu carî nayê qebûlkirin.”













