Operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û koalîsyonê ya li dijî endam û şaneyên DAIŞê didomin. Ji serê salê heta niha 5 endamên DAIŞê hatin girtin.
Wezareta Parastinê ya Ingilîstanê ragihand duh êvarê li Sûriyeyê operasyonek li dijî şaneya DAIŞê pêk anîne. Wezareta Parastinê ya Ingilîstanê bi daxuyaniyekê ragihand ku welatê wan û Fransayê duh êvarê êrişeke hevbeş li ser cihekî pêk anîne ku guman tê kirin ji aliyê çeteyên DAIŞê ve tê bikaranîn.
Di 3ê çile de 4 DAIŞî hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) têkildarî şaneyek DAIŞê ya li Reqayê diyar kir ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) û bi hevrêziya hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, li bajarê Reqayê operasyoneke ewlehiyê pêk anîn û 4 endamên DAIŞ’ê hatin girtin.
Di 1ê çile de DAIŞîyek hat girtin
HSDê ragihand ku hêzên wan bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehiyê li dijî çeteyekî DAIŞê li kantona Reqayê li dar xist û endamekî DAÎŞê girtin.












