* Çalakiyên gel ên li dijî krîza aborî û zordestiya rejîma Îranê 8 roj li pey xwe hişt. Çalakvan û analîstê siyasî Rezgar Rawahanî têkildarî armanca çalakiyan diyar kir ku lêgerîna edalet û avakirina pergaleke demokratîk e û got: “Jin û ciwan pêşengiya çalakiyan dikin.”
* Endama Akademiya Aryenê Zozan Bor derbarê rola çand û hunera Kurdî ya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û got: “Ji bo ku ev pêvajo bigihîje armanca xwe û mayînde bibe berpirsyariya herî girîng dikeve ser milê hunermendan.”
* Endamê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Ozcan Kirbiyik bal kişand ser têkiliya dewlet û eşîrên Kurdan û diyar kir ku eşîr veguherîne komên feodal û tundiyê û got: “Dewlet bi destê van eşîrên feodal şerê taybet dimeşîne.”
* Hunermenda ciwan Derya Kakeyî ku ji bajarê Kirmanşanê hate Amedê li ser rewşa hunera Kurdî axivî û destnîşan kir ku hunermend wekî pireke çandê ya di navbera raborî û siberoje de ne.
* MKG û DFG dê ji bo rojnameger Huseyîn Aykol li avahiya DFGê ya li Amedê û li avahiya ŞanoWanê şînê danîne. (12.00 – 17-00)
* Platforma Şaxan a KESKê ya Amedê li pêşiya avahiya TUÎKê dê li dijî zêdebûna enflasyonê daxuyanî bide (12:30)
* Endama Meclîsa Partiyê ya BDPê Sêvê Demîr, Endama KJAyê Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopya Pakîze Nayir ku beriya 10 salan ji aliyê polîs-leşkeran ve hatibûn qetilkirin dê li Silopya bi meş û daxuyaniyê werin bîranîn. (13:00)
* Danişîna doza polîsê bi navê Oguzhan Yucesoy ku parastina waliyê Şirneexê dikir û tecawîzê zarokek 15 salî kiribû li 3yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnex pêk were. (13.30)










