• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    NY: Ji destpêka şer û vir ve Îranê 21 girtî darve kirin

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê ji bo ‘Meşa Rûmetê’ bang kir

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Li sê cihên Stenbolê qurbaniyên 1ê Gulanê hatin bibîranîn

    Welatê 8 salî ku di çem de winda bû sê roj in nehatiye dîtin

    Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    ROJEVA 5ê KANÛNa 2025an

    ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

    Endama OGKê Sila Bayram hate girtin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Sezaî Temellî: Pêwîst e hiqûqa navneteweyî li dijî binpêkirinan rabe

Enqere / AW

5 ÇILE 2026 - 15:21
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku gelên cîhanê di nava rejîmên otorîter û mudaxileyên emperyalîst de fetisîne û got: “Divê hiqûqa navneteweyî li dijî binpêkrinên mafên mirovan mudaxileyê bike. Pêwîstî jî bi vê yekê heye. Pêdivî bi hêzeke enternasyonal heye.”

Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî derbarê geşedanên di rojevê de ne li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Sezaî Temelî anî ziman ku sala nû bi kriz û şer dest pê kiriye û got: “Geşedanên li Venezuelayê û piştre krîza gerdûnî nîşan dide ku gelên cîhanê di nava mudaxileya mperyalîst û rejîmên otorîter de fetisîn e. Ji ber mudaxileya emperyalîst û rejîmên otorîter dinya hemû ketiye nav krîzê. Gelên cîhanê jî berdelên van krîzan dide. Ji gelê Venezuelayê heta gelê Kurd û Filîstînê, li ser van gelan ji bilî şer û kuştinan tiştek bi xwe re nayîne. Hiqûqa navneteweyî pirr girîng e lê diyare ku hiqûqa navneteweyî tune ye û hiqûqa dewletan heye. Ev hiqûq jî mafên gelan naparêze û mudaxileyê nake. Me careke din ev yek dît. Lê hiqûqa navneteweyî divê li dijî binpêkrinên mafên mirovan mudaxileyê bike. Pêwîstî jî bi vê yekê heye. Pêdivî bi hêzeke enternasyonal heye.”

‘Hevdîtina HSDê û Şamê girîng e’

Sezaî Temellî bal kişand ser geşedanên li Îranê û wiha got: “Li Îranê jî taybet li herêma Rojhilatê Kurdistanê kuştinên faîl ne diyar pêk tên. Li Xezayê jî dîsa bi hiqûqa dewletan û li gor berjewendiyên wan tevgerek heye lê ne ji bo parastina mafên gelên li wir e. Li Sûriyê jî heman geşedan hene. Li Sûriyê jî divê hemû kes rêze ji mafên gelên Sûriyê re bigire. Sûriye dikare pêşeroja xwe bixwe diyar bike û pêwîstî jî bi hiqûqeke bi vî rengî heye. Em jî geşedanên li Sûriyê ji nêz ve dişopînin. Hevdîtinên di navbera Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Şamê de girîng in û daxwaza me jî ew e ku li gorî Peymana 10ê Adarê gav bên avêtin. Heke gel pêşeroja xwe bi xwe tayîn bike û ji rejîmên otorîter rizgar bibin, dikarin pêşî li mudaxileyên emperyalîst jî bigirin. Heke em dixwazin pêşî li mudaxileyên emperyalîst bigirin û hiqûqa navneteweyî pêk were divê di serî de rejîmên otorîter bi dawî bibin.”

‘Divê biryarên hiqûqa navneteweyî pêk werin’

Sezaî Temellî destnîşan kir ku divê hiqûqa navneteweyî li her derê pêk were û wiha axivî: “Divê biryarên ji bo Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî yên Doza Kumpasê ya Kobanê pêk were û werin berdan. Îstînaf biryarên hiqûqa navneteweyî binpê dike. Em bang li dadgehan dikin ku li gorî rêgezên mafên mirovan tevbigerin û van rêgezan pêk bînin.”

Sezaî Temellî têkidlarî xebatên Meclîsê û qanûnên hatine çêkirin jî ev yek anîn ziman: “Di sala 2025an de gelek pêşniyarên qanûnî bûn qanûn. Ev qanûn yek jî ne li gor pêdiviyên gel bûn. Gelek pirsgirêkên gel nehatin çareserkirin û bi van qanûnan pirsgirêk dijwartir bûn. Her wiha meaşê asgarî jî bi awayekî di bin sînorê birçîbûnê de hat diyarkirin. Kedkar û karker mehkûmî feqîriyê hatin kirin. Pakêta 11emîn a Darazê jî rê li pêşiya sûcên nû vedike û ev yek jî tevî îtîrazan derbas bû. Em hêvîdar in ku dê li Meclîsê pirsgirêkên gel werin çareserkirin.”

Etîket: Sezaî Temellî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

Temellî: Divê zemîneke qanûnî yê muzakereyê hebe

27 NÎSAN 2026
Sezaî Temellî: Gel li benda çêkirina qanûnên taybet e

Sezaî Temellî: Gel li benda çêkirina qanûnên taybet e

1 NÎSAN 2026
Temellî: Divê zagon bên derxistin

Temellî: Divê zagon bên derxistin

9 ADAR 2026
Sezaî Temellî: Ev peyman encama berxwedana Kurdan e

Sezaî Temellî: Ev peyman encama berxwedana Kurdan e

30 ÇILE 2026
DEM Partî li meclise bang kir: Pêşî li êrişan bigirin

DEM Partî li meclise bang kir: Pêşî li êrişan bigirin

8 ÇILE 2026
Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

Sezaî Temelli: Divê komîsyon êdî biryara çûyina Îmraliyê bide

17 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    Aldar Xelîl: Şam ne bi feraseta çareseriyê lê bi hişmendiyeke aloziyan kûrtir dike tevdigere

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DÎSSA bi lîstika ‘Aştî’ derket pêşberî şanohezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Rojava kedkarên sînemayê ji bo serdemek nû civiyan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyaset xwend lê sewalkariyê dike: Heke demokrasî tune be aborî jî nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî kuştina jinan rabûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Welatê 8 salî hat dîtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Desthilat ji bo pêvajoyê bi helwestek tirsonek radibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê: Nêrînên birêz Ocalan berevajî tên nîşandan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (1006)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne