• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 23yê HEZÎRANA 2026an

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Keskîn Bayindir ji Xaçortê bang kir: Dema gav avêtinê ya dewlet û hikûmetê ye

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

    Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TJA, DBP û DEM partiyê jinên siyasetmedar bibîr anîn

Şirnex / AW

4 ÇILE 2025 - 13:08
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
TJA, DBP û DEM Partiyê, jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakize Nayir, Fatma Uyar, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û Evîn Goyî yên di demên cuda de li Sîlopîya û Parîsê hatin kuştin, li navçeya Silopiyayê bi bîr anîn.

Li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê di salên 2015 û 2016 de, qedexeya derve hatibû îlankirin. Di qedexeya derve de, endam Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyayê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar di 4ê Çileya 2016an de ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Her 3 siyasetmedarên jin di 9emîn salvegera kuştina xwe de li navçeya Silopiyayê hatin bi bîranîn. Siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Evîn Goyî yên li Parîsê hatibûn kuştin jî hatin bibîrnaîn. Bernameya bîranînê li eywana konferansê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a navçeya Silopiyayê pêk hat. Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî yên navçe û navenda Şirnexê, Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partî Halîde Turkoglu, parlamentera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan û gelek kes tevlî bûn. Girseyê di bîranînê de wêneyên jinên hatinê kuştin rêz kirin, qûrnefîl danîn û find vêxistin. Bernamê bi temaşêkirina sînevîzyona qala têkoşîna jinên hatinê kuştin dike dest pêkir. Piştî sînevîzyonê girseyê bi yek dengî dirûşmeyên, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

‘Em ê azadiyê bînin vî welatî’

Piştrê jî malbatên her 3 jinên hatinê kuştin derketin ser dîke. Li ser navê malbatan dayika Sevê Demîr Sakîne Demîr axivî. Sakîne Demîr, ji Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re silavên xwe şandin û got: “Hemû şehîdan bibîrtînin. Em dibêjin yekitî. Ez bawerim em ê azadiyê bînin vî welatî. Ez bawerim deriyên zindanan jî vêbibin û jinê jî azad bin. Ez ji Kurdistana azad re serkeftinê dixwazin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku vê firsenda aştiyê ji destê xwe bernedin. Birêz Abdullah Ocalan rêberê gelan e. Em dibêjin bes e. Dest ji înakrê berdin. Girtiyên zindanan berdin. Bijî serkêftin û bijî azadî. Bijî yekitiya gelê Kurd.”

‘Em têkoşînê mezin bikin’

Halîde Turkoglu, bi lêv kir ku 9 sal berê 3 siyasetmedarên jin li vir hatin kuştin û got: “Ji ber ku mafê xwe diparastin û jin bûn hatin kuştin. Em di şaxsê van hevalan de jinên hatinê kuştin bibîr tînin. Dema em hevalên xwe bibîrtînin jî em hesab ji kujeran dipirsin. Her bibîranîn ji bo me mezinkirina têkoşînê û hesap pirsînê ye. Desthilat dê hesabê kuştinê bide. Hevalên me nişan dan ku her berdel têkoşîna me mezin dike. Îro bi hezaran Sêvê, Fatma, Pakize û Sakîne hene. Îro ev têkoşîn jinan û gelê Kurd mezin dike. Yên komkujî kirin niha jî êrişî Rojava dikin. Em şoreşa jinan a Rojava jî silav dikin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî demokratik bê çareserkirin edî roj roja azadiya fizîkî ya Birêz Abdullah Ocalan e. Heta azadiya birêz Abdullah Ocalan pêk neyê aştî jî pêk nayê. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em sozê didin hevalên xwe. Divê em Rojava biparêzin. Wan xwest em çong dînin, lê em soz didin ku çi dikin bila bikin em ê têkoşîna azadiyê ya hevalên xwe mezin bikin û çi berdel hebe em amade ne. Em ê bi serbikevin.”

Piştî axaftinan mevlîd dan û dê bername bi serdana goristanê ya li Şirnexê bi dawî bibe.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

Şaredarê Adalarê jî di nav de 35 kes hatin girtin

23 HEZÎRAN 2026
Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

Swîsre dê penaberê siyasî Ahmet Tabû radestî Tirkiyeyê bike

23 HEZÎRAN 2026
Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

Rojnameger û nivîskar Bayram Balci koça dawî kir

23 HEZÎRAN 2026
Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

23 HEZÎRAN 2026
‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

‘Armanca me avakirina helwestek li dijî bişaftinê ye’

23 HEZÎRAN 2026
‘Gelê Wanê gelekî serhildêr e’  

Li Stenbolê banga mitînga ‘azadiyê’: Em bi yek dilî banga azadiyê bikin

23 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

    Li Rihayê gendeliya malzemeyên tibê: Malzeme hatine dizîn û firotin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye 1: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Bindestê bindestan li cîhanê bêwelat in: Komarê ji Romanan re çi kir?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Koçber li benda vegerê ne: Serêkaniyê hê jî bi destê dewleta Tirk tê birêvebirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Denîz Undav bi nasnameya xwe ya Kurdî di rojeva cîhanê de ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyê ku şibandin endamê PKKê hat girtin!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ala Amedsporê bi Pira FSMê ve hate daliqandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Roja Muzîkê ya Cîhanê şahiyek hate lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Derbarê cerdevanên êrişkar de tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 2: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Ji sirgûniyê ber bi tunekirinê ve: Dijminatiya Komarê ya li dijî Çerkezan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Farqînê bertek nîşanî êrişa li dijî Parka Rojîn Kabaîşê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (629)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne