Partiyên Rojhilatê Kurdistanê têkildarî protestoyên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, ji ber tevlibûna xurt a greva giştî spasiya gel kir.
Piştî banga greva giştî li bajarê Sine, Îlam, Dîwander, Merîwan, Bokan, Ruwanser, Kirmaşan, Mehabad, Bane, Kamyaran û Loristanê beşdariyeke xurt pêk hat. Bi vê beşdariya xurt helwesta hevgirtî ya hemû pêkhateyên li Rojhilatê Kurdistanê jî aşkera bû. Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya xurt a grevê helwesta xwe ya li dijî hêzên rejîma Îranê û piştgiriya xwe ya ji bo serhildana gelên Îranê jî di asta herî jor de ragihandin. Bazar û cihên giştî girtî man.
Çalekiya girevê rejîma Îranê heşand
Di daxuyaniya hevpar a 7 pirtiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê de li gel sipasiyê qala bandora mezin a çelekiyê jî hat kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku grevan û xwepêşandanên şermezarkirinê peyameke xurt a siyasî ji bo hêzên zordar û rejîma desthilatdar hate dayîn.
7 Partiyên Kurd: Têkoşîn derbasî qanexeke nû bû
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku serhildana “Jin Jiyan Azadî” dewam dike û reh berdaye nava kûrahiya civakê. Partiyên siyasî yên Rojhilat diyar kirin ku gelê Kurdistanê li gel polîtîkayên tepisandin, gef û zextê biryardariya xwe dewam dike û gel û partiyên siyasî di nava yekîtî û piştevaniyê de têkoşîna azadiyê derbasî qonaxeke nû kirine.
7 partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê 5ê Çile civînek li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî ya Îranê û guhertinên li Kurdistanê hatin nirxandin. Di civînê de piştgiriya xebat û serhildana seranserî ya gelan û pêkhateyên Îranê hat kirin. Biryar hat girtin ku ji bo xurtkirin û geşkirina xwepêşandanên li dijî rejîma Îranê biryara karên hevbeş hat girtin.













