* Hevserokê PYDê Xerîb Hiso diyar kir ku di encama civîna Parîsê ya hikûmeta demkî ya Şamê, Tirkiye û Îsraîlê de êrişên li dijî taxên Kurdan dest pê kir û got: “Niha her du tax vala ne. Alên DAIŞê û Tirkiyeyê di hundirê her du taxan dew hatine rakirin.”
* Hevberdevkên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kaçmaz têkildarî êrişên li dijî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û xwepêşendanên li Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman ku li dijî êrişan û bi destxistina mafan ji bilî yekîtiya neteweyî tu çareserî tune ye.
* Mamostayê zimanê Kurdî Îrfan Geylanî serhildana gelan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand û got: “Divê serhildana dawî wekî encama krîzeke hevdem a debara jiyanê, krîzeke nasnameyê û krîzeke rewatiya siyasî were hesibandin.”
* Dayikên Aştiyê ku ji bo erişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê şermezar bikin berê xwe dan Enqereyê, diyar kirin ku dewlata Tirk di vê pêvajoya aştiyê de careke din bêbawerîbûna xwe nîşan da.
* Dayikên Aştiyê ku li dijî êrişên komên çeteyên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin Enqereyê dê li ber Wezareta Karên Derve daxuyanî bide. (11.00)
* Platforma Saziyên Demokratîk dê têkildarî dîroka mitînga “Hêvî û Azadiyê” li Çand Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê (11.30)
* Platforma Jinan a Wanê, dê têkildarî erişên li ser taxên Kurdan li ber Galeriya Hunerê ya li Rêya Armûşê çalakiya rûniştinê li dar bixe. (12.00-13.00)
* Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî êrişên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê li ber Fakulteya Hiqûqê heya ber Fakulteya Fenê bimeşin. (12.00)
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê biaxive. (12.45)
* Komîsyona Meclîsê bi serokatiya Numan Kurtulmuş bi endamên partiyên siyasî ku ji bo nivîsandina rapora hevpar hatine peywîrdarkirin dê civînek li dar bixe. (15.00)
* Koroya Gelan, wê li Dêra Ezîz Vukulos a Alsancakê şeva bîranîna Aram Dîkran li dar bixe. (19.30)
* Geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê dê bên şopandin.









