Dayikên Aştiyê ku li dijî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê hatin Enqereyê li ber Wezaretê Karên Derve bi dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava” bertek nîşanî êrişan didin.
Dayikên Aştiyê li Enqereyê ne û dê li ber avahiya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê nerazîbûn nîşanî êrişên li ser taxê Kurdan ên Helebê bidin û Hakan Fîdan protesto bikin.
Dayikên Aştiyê li dijî êrişên komên çete yên girêdayî HTŞê û Tirkiyeyê yên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ji bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin Enqereyê. Dayikên Aştiyê li ber Wezaretê Karên Derve ya li navçeya Çankayayê ya Enqereyê hatin gel hev. Dayikên Aştiyê li vir pankarta li ser, “Em dayik rê nadin şer “dinivisîne hilgirtin û dovîzên, “Rojava rûmeta me ye”, “Em şer naxwazin” û “Bijî berxwedana Rojhilat” û çelenga reş rakirin. Dayikên li vir hatin astengkirin di dorpêça polîsan de bê navber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Em şer naxwazin aştiyê dixwazin” û “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” berz dikin.














