Di van demên dawî de li eniyên başûr, rojava û bakur ên derdora bajarê Dêr Hafir û gundewarê wê yê kantona Tebqayê sewqiyetên leşkerî zêde bûne.
Ji çend rojan ve li eniyên başûr, rojava û bakur ên derdora bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê sewqiyetên leşkerî yên zêde hene, li gel van sewqiyetan gund û bajarok tên topbarankirin.
Li gorî nûçeya ANHAyê çeteyên Emşat, Hemzat, Sultan Murad ên HTŞê û SMOyê tev li van êrişan dibin.
Çete li seranserê gundên Resim El Hermel – El Yemam ê bakurê Dêr Hefirê, li Til Maiz, Hemîma Kebîr, Hemîma Sexîr û Um Zelîle yên rojavayê bajêr belav bûne. Li kêlek wê jî tevgerên leşkerî ji başûrê Dêr Hafir ber bi Sebxa El Cebûl ve jî hatine şopandin.
Di êrişên dawî yên beriya çend rojan li wan eniyan de 3 kesên bi navên Zekeriya El Setof, zaroka 10 salî û zarokê 15 salî jiyana xwe ji dest dan.
Beriya 2 rojan jî çeteyan bi guleyên sekvanî welatiyek li ser pira Ebû Henaya hat kuştin.
Gundên ku her tim tên topbarankirin; Til Hesaf, Zibêdî, Mebûce, Um El Mura, El Ehmediye, Resim El Kirûm, Kiyariyê û Um Tîne in, li van gundan nêzî 15 hezar kes dijîn.
Nêzî 89 hezar welatî li bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê dijîn.
Çavkaniyan da zanîn ku çeteyên HTŞê û SMOyê dirêjahiya 78 kîlometre ji eniyên başûr, rojava û bakurê bajarên Meskenê û Dêr Hafirê ve belav bûne.













