* Endamên TEV-KOMê ku ji bo xebatên têkildarî ziman di bin sîwana TEV-KOMê de hatin cem hev, bal kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên li dijî Kurdî û destnîşan kirin ku ji bo Kurdî bibe zimanê fermî û pêş bikeve dê xebatên xwe zêde bikin.
* Hevserokê Şaxa Egîtîm-Senê ya Hejmara 1an a Amedê Farûk Ercan, derbarê erişên dibistana û bûyerên tundiyê yên di temenê zaroktiyê de ku di demên dawî de zêde bûne diyar kir ku polîtîkayên perwerdeyê yên îktîdara AKPê nifşekî bêhêvî afirandiye.
* Tevgeran Jinên Azad (TJA) dê li navçeya Gemlîka Bursayê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekê li dar bixe. (12:00)













