Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Seroka Demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguez re bi telefonê axivî û diyar kir ku li ser mijarên weke petrol, maden û bazirganiyê axivîne.
Serokê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê Donald Trump bi telefonê bi Seroka Demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguezê re axivî. Donald Trump naveroka vê hevdîtinê li ser hesaba xwe ya medya dijîtalê aşkera kir û diyar kir ku ew li ser mijarên weke petrol, maden, bazirganî û ewlehiyê axivîne.
Çi bibû
Serokê Amerîkayê Donald Trump di 3yê Çileya 2026an de li dijî Venezuelayê biryara operasyona êrişê da. Di operasyonê de Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro hate revandin. Piştî revandina Nicolas Maduro Dadgeha Bingehîn ya Venezuelayê Cîgira Nicolas Maduro Delsy Rodiguezê di 5ê Çileya 2026an de weke Seroka Demkî ya Venezuelayê diyar kir.












