Çeteyên HTŞ û SMOyê bi 2 dronên “xwekuj” êrişî Hec Hisên û Girê Sîryatêlê yê li nêzî Bendava Tişrînê kir.
Êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê; çeteyan bi 2 dronên bombebarkirî êrişî gundên Hec Hisên û Girê Sîryatêlê yên li derdora Bendava Tişrînê kir.
Hat zanîn ku di êrişê de tu windahiyên canî çênebûne û liv û tevgera çeteyan a li herêmê didome.












