Xizmên Windayan û Şaxa ÎHDa Êlihê vê hefteyê bal kişandin ser kuştina Hrant Dink û xwestin berpirsên cînayetê werin dîtin û darizandin.
Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Êlihê li pêş Bîrdariya Mafên Mirovan a Kolana Gulistanê kom bûn û çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 720emîn de li dar xistin. Xizmên Windayan, rêveberên ÎHDê û gelek kes tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHDê vê hefteyê bi boneya salvegera kuştina rojnameger-nivîskar Hrant Dinkê daxuyanî dan. Hrand Dînk di 19ê Çileya 2007an de li ber avahiya rojnameya Agosê ya li Stenbolê hatibû kuştin.
Xizmên windayan di şexsê Hrant Dînk de xwestin berpirs û kujerên hemû windayan werin dîtin û darizandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Rêveberê ÎHDê Îhsan Onel ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku berpirsên cînayeta Hrant Dînk bên dîtin û darizandin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.














