• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
18 ÇILE 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Derûdorê Awbendê Tişrînî reyna ame bombardumankerdene

    Li Tişrînê şer dijwar e: Şervanên HSDê li çeteyan didin

    Çember li dora Îranê teng dibe: Bangên destwerdanê zêde dibin

    Xwepêşandanên azadiyê li Îranê di roja 22yemîn de didomin

    Rêveberiya Xweser banga rawestandina şerê li Sûriyeyê kir

    Rêveberiya Xweser a Rojava seferberiya giştî ragihand

    Abdullah Ocalan: Îslamîyeto Demokratîk, agêrayîşê ruhê Wesîqeya Medîne yo

    Ocalan: Bûyerên li Sûriyeyê diqewimin hewldana ji bo têkbirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Delegeyên Înîsiyatîfê: Rizgariya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye

    Delegeyên Înîsiyatîfê: Rizgariya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye

    TEV-ÇAND: Em nikarin spasiya hunermendên Kurd bikin!

    TEV-ÇAND: Em nikarin spasiya hunermendên Kurd bikin!

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Navenda Nûçeyan / AW

18 ÇILE 2026 - 11:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê ên li xeta Tebqa, Reqa û Dêrazorê seferberî ragihand.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên HTŞê û Tirkiyeyê û şaneyên DAIŞê yên li ser herêmê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Komên girêdayî hikumeta demkî ya Şamê ku lihevkirin binpê kiriye, ji duh sibeha heya wiha ji gelek aliyan ve êrişî hêzên me dikin. Tevî hemû hewldanên dîtina çareseriyên aştiyane û daxuyaniya niyeta qenc a vekişîna ji hin herêmên, lê Şamê li ser şer û vebijêrka leşkerî bi israr e.

Li ser vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku amade be, rêgeza xweparastinê esas bigire, li dora hêzên xwe yên leşkerî kom bibe, bajarên xwe biparêze û tev li cenga parastina rûmetê bibe.

Armanc ji van êrişan têkbirina xwişk û biratiyê ye ku bi xwîna keç û xortan pêş ketiye. Di heman demê derxistina fitne û tundiyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye, her wiha bi armanca hedefkirina pêkhateyên resen ên Sûriyeyê û ferzkirina yekrengî li ser pêkhateyên din e.

Em li pêşberî qonaxeke werçexrê ne; an em ê li ber xwe bidin û bi rûmet bijîn, an jî dê hemû cûryên zulm û heqaretê li ser me werin kirin. Li ser vê yekê em seferberiya giştî radighînin û bang li gelê xwe dikin ku bersiva vê bangê bide û piştgiriyê bide HSD û YPJê.

Di serî de ciwan em bang li hemû beşên gelê xwe dikin ku çek rakin, li hemberî êrişên muhtemel li ser herêmên Cizîrê û Kobanê bisekinin. Divê em bizanibin ku em li pêşberî şerê hebûnê ne. Ji bo em destkeftiyên şoreşa xwe û nasnameya xwe biparêzin, yek vebijêrk heye ew jî berxwedana gel e.

Em bang li gelê xwe dikin ku li hemberî êrişên nemerdane li dora hêzên xwe kom bibe, hevgirtî be û amade be.”

Etîket: Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê SûriyeyêRojava
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Delegeyên Înîsiyatîfê: Rizgariya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye

Delegeyên Înîsiyatîfê: Rizgariya gelê Kurd yekîtî û yekrêzî ye

18 ÇILE 2026
Biryarnameya ‘xapînok’ êrişan dijwartir kir!

Biryarnameya ‘xapînok’ êrişan dijwartir kir!

18 ÇILE 2026
TEV-ÇAND: Em nikarin spasiya hunermendên Kurd bikin!

TEV-ÇAND: Em nikarin spasiya hunermendên Kurd bikin!

18 ÇILE 2026
Bakur ji bo Rojava li ser piya ye: Li Mêrsînê bi hezaran kes meşiya

Bakur ji bo Rojava li ser piya ye: Li Mêrsînê bi hezaran kes meşiya

17 ÇILE 2026
Gelê Koyê ji bo Rojava û Rojhilat meşiya

Gelê Koyê ji bo Rojava û Rojhilat meşiya

17 ÇILE 2026
Bayindir: Li wir top û bombe û li vir stranên aştiyê nabe

Bayindir: Li wir top û bombe û li vir stranên aştiyê nabe

17 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Bakurê Kurdistanê sibê ji bo taxên Kurdan dadikeve qadan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ÇILE 2026 (642)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne