Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi Ahmed Şara re axivî û got ku îstîkrara Sûriyeyê bi entegrasyona Hêza Sûriya Demokratîk (HSD) ve girêdayî ye.
Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku îro serê sibê bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara re bi telefonê axivî ye û di telefonê de ji Şara re gotiye ku îstîkrarê Sûriyeyê bi entegrasyona Hêzên Sûriya Demokratîk ve girêdayî ye.
Serokkomar Emmanuel Macron diyar kir ku peyamên cidî yên derbarê HSDê de daye Şara.
Emmanuel Macron anî ziman ku nerazbûna xwe ya ji bo êrişên leşkerî yên bi destê çekdarên Şamê tê birêvebirin ji Şara re gotiye.
Banga agirbesta mayînde
Macron diyar kir ku wî daxwaza pêkanîna agirbesteke mayînde ya lezgîn kiriye. Macron bal kişand ser statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Divê ji bo statuya HSDê Peyman 10ê Adara 2025an esas bê girtin û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di vê çarçoveyê de bi HSDê re li hev bike.”













