Serokê HTŞ Ehmed Şara ku di seatên êvarê de îdîa kiribû ku bi Fermendarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî re peymanek li ser agirbest û entegrasyonê îmze kiriye, li xwe mikur hate û diyar kir ku wî li şûna Ebdî îmze avêtiye.
Li ser pirsa rojnamegerekê Şara li lîstika xwe wiha mikur hat û got: “Îro ez û brêz Mazlum Ebdî em ê bihatina gel hev. Plansaziya civînê hatibû kirin. Lê ji ber şert û mercên hewayî hevdîtin pêk nehat, hate taloqkirin. Bi riya ragihandinê me biryar da ku em peymanê îmze bikin. Em dê sibê peymanê û hûrguliyên wê nîqaş bikin.”













