Tevgera Hîlala Zêrîn a Qamişlo û xelkê gundê Zihêriyê yê bajarê Dêrikê, ji bo piştgiriya
HSDê çek hildan û tev li seferberiya giştî bû.
Tevgera Hîlala Zêrîn a bajarê Qamişo yê Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji
bo piştgiriya HSDê di parast tev li seferberiya giştî dibin. Tevgerê da zanîn ku ew soza xwe bi
HSDê û şopandina rêça şehîdan re nû dikin.
Banga tevlêbûna seferberiyê kirin
Girêdayî mijarê, xelkê gundê Zihêriyê û Beravê yên bajarê Dêrikê jî ji bo parastina Bakur û
Rojhilatê Sûriyeyê rahiştin çekan û tev li seferberiyê bûn. Lli ser navê gel hunermend Hacî
Mûsa daxuyaniya tevlêbûna seferberiyê xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku xelkê gund li hember planên li dijî herêmê rahişt çekên û
bang li tevan dikin ku gund û herêmên xwe li hember çeteyên HTŞ û Tirkiyê biparêzin.













