Amed – Serokê DTSOyê Mehmet Kaya diyar kir ku aboriya herêmê ji tekstîlan bigire heta fînansê di nav krîzê de ye û ji pêvajoya aştiyê ya sala 2015an vir ve bazirganiya sînorî jî di nav krîzê de ye û got: “Ev rewşa krîzê niha tenê ne girêdayî aboriyê ye, rasterast bi neçareserkirina pirsgireka Kurd ve girêdayî ye. Girtina Deriyê Nisêbînê polîtîkaya cezakirinê ye.”
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rewşa aborî her ku diçe xerabtir dibe. Dikandar û karsaz jî di demek zor û zehmet de derbas dibin. Yek ji cihên ku herî barê wê yê aboriyê giran e jî Amed e. Gelek caran li Amedê dikandar ango xwediyê fabrîqeyan nikarin xwe bigihînin krediyan û pêdiviyên xwe yên aborî dabîn bikin.
Di sala 2013an de projeya tekstîlkentê hatibû rojevê û di sala 2021an ev proje bi dawî bû û fabrîqeyên tekstîlê hatibûn avakirin. Ev yek her çend ji bo dikandarên Amedê bibe hevîyek jî piştî vekirina fabrîqeyan di nava du sê salan de ji sedî 50iyê fîrmayên tekstîlan hatin girtin. Vê rewşa giran a aboriyê tenê ne li ser fîrmayên tekstîlê her wiha li ser her qada bazirganiyê tesîrek neyînî dike.
Her wiha astengî û girtina deriyên li ser sînorên Nisêbînê û cihên din jî zehmetiyê dide aboriya Bakurê Kurdistanê. Di demek wiha ku rewşa aboriyê xerab e Deriyê Sînor ê Nisêbînê û Qamişlo jî girtî ye. Ev deriyê li Nisebînê di sala 2011an de hat vekirin û di sala 2012an de bi hinceta “şerê navxweyî yê” li Sûriyeyê derî hate girtin. Ev 13 sal in derî ji çûnehata bazirganiyê re girtî ye. Demek dirêje vekirina deriyê di navbera Nisêbîn-Qamişlo de di rojeva karsaz û odeyên bazirganiyê de ye.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya, rewşa aborî ya li herêmê ji Ajansa Welat re nirxand.
Kaya destnîşan kir ku herêm di demeke dawî de bi tengavbûna aborî ya girîng re rû bi rû ye û wiha got:“Ji ber ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîzeyê gelek fabrîqeyên tekstîlê hatine girtin. Gihandina fînanseyê pir zehmet bûye, aborîya herêmê zêdetir qels bûye. Her wiha bê aştiyê û bê ewlehî şertên veberhênanê pêk nayên.”
‘Piştevaniyek taybet pêwîst e’
Kaya destnîşan kir ku li Amedê ji sedî 50î fîrmayên tekstîlê hilberînê nakin û got: “Li bajarên Kurdan ku hejmara ciwanan zêde ye, divê teşwîqên taybet ên ji bo kar hebin. Ev sektor li vê herêmê encax bi piştevanîyeke taybet dikare li ser pêyan bimîne. Wekî din rêya jiyana vê sektorê tune ye.”
Kaya da zanîn ku li gorî daneyên odeya wan piştî pêvajoya aştiyê ya salên 2013-2015an gelek fîrmayan navendên xwe birin bajarên Tirkiyeyê. Kaya got ew hejmar niha gihiştiye bi sedan fîrma ku biçin hêla Tirkiyeyê û wiha got: “Sedema vê yekê ya sereke jî aborî ye. Bi rastî çi bankayên dewletê çi jî bankayên taybet ji bo mezinbûna fabrîkayan ango razemeniyê di dayîna kredîyan û firehkirina krediyan de destvekirî tevnagerin. Berovajî herêmê bê ewlehî û wek ku her gavê dikare şer derkeve dinirxînin, bi vî şiklî jî rê li ber mezinbûyîna fîrmayên herêmê digirin û vê jî bi nedayîna krediyan pêk tînin yan jî bi firehnekirina krediyan. Ev jî bivê nevê dibe sedem ku fîrma navendên xwe ji Amedê û ji herêmê ber bi rojavayê Tirkiyeyê ve bibin. Em jî dixwazin ku fîrmayên me ango karsazên me neçin rojavayê Tirkiyeyê, li vir bimînin û em li vir sermayeya herêmê xurt bikin.”

‘Çareseriya aboriyê girêdayî çareserkirina pirsgirêka Kurd e’
Kaya anî ziman ku problema ku ji ber neçaserekirina pirsgirêka Kurd heye niha veguheriye û ev dibe sedema wê yekê ku kesên razemeniyê dikin bi fikar nêzî herêmê bibin û wiha berdewam kir: “Divê gavên ku baweriyê bide sektora fînansê bên avêtin. Mîsogerkirina vê jî bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Her wiha bi dawîkirina şer ve girêdayî ye. Mixabin ji ber ku fînans bi çavekî elehiyê li vê herêmê nanêre, em nikarin wan qanih bikin ku piştgirîya karsazên me bikin û wan mezintir bikin. Di pêvajoyên derbasbûyî de ev herêm û ev welat jî ji bo mayîna sermayeyê bû asteng. Çareseriya vê êdî bi temamî bi çareseriya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Pêvajoyên aştî û çareseriyê bi taybetî ji bo pêşketina aborîyê jî dibe bingeh. Baweriya ku pêvajoya çareseriyê veguhere aştiyeke mayînde, wê herêm me jî bi awayekî bi lez li pêş bixe. Wê di gelek aliyan de bibe sedema pêşketinê.”
‘Deriyê Xabûrê têr nake, divê yê Nisêbînê jî vebibe’
Kaya bal kişand ser rêjeya bazirganiyê ya Herêma Kurdistanê û wiha got: “Carinan 4 hezar weseyît ji Deriyê Xabûrê derbas dibin. Herêma Federal a Kurdistanê ew cih e ku em herî zêde bazirganiyê pê re dikin û qezencê dikin. Hewcedarî pê heye ku deriyê li Nisêbînê jî vebibe. 170 km ji Amedê dûr e û bi bajarê Mêrdînê ve ye. Ev derî 13 sal in girtî ye. Ev derî di heman demê de deriyê piştgiriyê yê Xabûrê ye, taybetmendiyek wê heye ku em dikarin jê re deriyê paralel bibêjin. Piştî ku hûn di vê deriyî re derbas dibin hûn dikarin 70 km şûnve dîsa biçin Herêma Kurdistanê. Deriyê Nisêbînê û Deriyê Xabûrê dikarin hev têr bikin. Bi gotineke din, em dibînin ku deriyek heye ku hem dikare biçe Sûriyeyê û hem jî bazirganiyê bi tevahiya Sûriyeyê re bike. Bi ser Qamişloyê re bazirganî dikare bê kirin. Çûnehata zêde ya li Deriyê Xabûrê pirr e, heke deriyê Nisêbînê vebibe dê vê çûnehata zêde kêm bike û ji wir derbasî Iraqê bibe. Em li hejmaran dinêrin em dibînin ku Tirkiye ji ber meseleya deriyan di warê aboriyê de gelek kêm dimîne. Ti dewlet nikare li hemberî pratîkeke ku dê ewqas zirarê bide wê bêdeng bimîne.”

‘Girtina Deriyê Nisêbînê polîtîkayek cezakirinê ye’
Kaya da zanîn ku girtina Deriyê Nisêbînê polîtîkaya cezakirinê ye û got: “Bi zelalî tê dîtin ku deriyê sînor ê li Trakyayê berjewendiyên bazirganiyê dide herêma Trakyayê. Divê hemû deriyên me yên sînor wiha bin. Eger redkirina vekirina deriyê Nisêbînê cezakirina Kurdên li Sûriyê be, ev hem şaş e hem jî gelê herêmê ceza dike. Ji ber vê yekê wek serokên odeyên bazirganiyê yên li herêmê em her tim dibêjin ku vekirina deriyê Nisêbînê wê aboriya me xurt bike û aboriya Sûriyê xurt bike. Ji bo me meseleyek jêvenegere e. Bi gotineke din, li vir valahiya îdarî tune ye, li vir polîtîkayek cezakirinê heye. Deriyê Nisêbînê weke amûra cezakirinê tê bikaranîn. Divê ev derî bi lez were vekirin.”













