Stenbol-Koordînator û îmzekara ‘Di Sedsala Duyemîn Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk’ Nûray Turkmen destnîşan kir ku ew dê tecrubeya sedsalî ya komarê, demokrasî, nasname, çîn, azadiya jinan, dewleta hiqûqê û aştiyê ji nû ve nîqaş bikin û got: “Divê em demokratîkbûnê ne wekî daxwaza beşekê, lê wekî berpirsyariyeke hevpar a tevahiya civakê bibînin.”
Gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyen dê di rojên 13 û 14ê Hezîranê de li Stenbolê bi navê ‘Di Sedsala Duyemîn de Konferansa Veguherîna Komara Demokratîk” konferansekê li dar bixin. Îmzekarên banga konferansê, beriya niha di 21ê Gulanê de li Stenbolê bi daxuyaniyekê banga tevlêbûnê kiribûn. Koordînator û îmzekara konferansê Nûray Turkmen, der barê armanc û girîngiya xebatê de ji ajansa me re axivî.
‘Em dixwazin xebateke pirreng derkeve holê’
Nûray Turkmen diyar kir ku ew vê konferansê wekî derfeta avakirina jiyana hevpar a di sedsala duyemîn de dibînin û wiha pê de çû: “Banga me ne tenê ji bo çend beşên diyar, ji bo hemû beşên civakê ye. Ji ber ku krîza em îro dijîn ne tenê krîzeke siyasî ye, di heman demê de krîzeke civakî ye jî. Bi vê konferansê em dixwazin zemîneke nîqaşê ya demokratîk ava bikin. Em girîngiyê didin wê yekê ku civak bi awayekî berfireh tevlî konferansê bibe. Hêviya me ew e ku em ne tenê nîqaşa sedsala yekemîn a komarê bikin, di heman demê de em bi hev re nîqaş bikin bê ka sedsala duyemîn wê li ser kîjan nirx û têkiliyên civakî bê avakirin.”

‘Divê civak bibe avaker’
Li ser derdoren dê tev li konferansê bibin jî Turkmen daxuyand ku dê akademîsyen, rewşenbîr, hiqûqnas û nûnerên ji tevgerên cuda beşdar bibin û wiha domand: “Her çiqas ev bangewazî ji aliyê rewşenbîran ve hatibe kirin jî, em dixwazin hewldana me bibe malê civakê. Ji ber ku komareke demokratîk tenê bi reformkirina dewletê pêk nayê. Divê civak bi xwe bibe avakera komarê. Em dixwazin ev xebata me bi rengekî pirreng pêk bê.”
‘Divê civak pêvajoyê temaşe neke’
Di berdewamiya axaftina xwe de Nûray Turkmen anî ziman ku dewleta Tirkiyeyê bi salan e bi siyaseta ewlekariyê û polîtîkayên înkarê tê birêvebirin û wiha dewam kir: “Ev rewş ne tenê bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye, her wiha pirsgirêka demokrasî, hiqûq, welatîbûna wekhev û aştiya civakî ye jî. Îro nîqaşkirina civaka demokratîk di qonaxeke gelekî girîng de ye. Lê belê divê demokratîkbûna civakê nebe tenê mijareke siyasî. Demokratîkbûn tenê bi pêvajoya aştiyê pêk nayê, bi xurtbûn û rêxistinbûna civakê jî pêk tê. Di vê pêvajoyê de yek ji erkên ku dikeve ser milê me hemûyan ew e ku em zimanê dubendiyê ji holê rakin û fikra jiyana hevpar a demokratîk mezin bikin. Pêwîst e em demokratîkbûnê bikin beşeke bingehîn a rojeva xwe. Her wiha divê civak bi awayekî pasîf pêvajoyê temaşe neke, wekî avakerekê tevlî pêvajoyê bibe.”
‘Demokrasî pêdiviya tevahiya civakê ye’
Turkmen destnîşan kir ku armanca wan a bingehîn ne tenê ew e ku nîqaşa demokratîkbûnê li ser xeta peymaneke civakî ya nû bimeşînin û ev tişt gotin: “Armanca herî girîng a konferansê ew e ku di navbera beşên cuda yên civakê de zemîneke hevpar a demokratîk bê avakirin. Di konferansê de em ê tecrubeya sedsalî ya komarê, demokrasî, nasname, çîn, bîra civakî, azadiya jinan, demokrasiya xwecihî, dewleta hiqûqê û aştiyê ji nû ve nîqaş bikin. Îro demokratîkbûn ne tenê pêdiviya beşekê ye, pêdiviya hevpar a tevahiya civakê ye. Yek ji pirsên herî girîng ên konferansê ew e ku ‘komar wê çawa demokratîk bibe?’. Em ne tenê rexne dikin, em ê wê yekê jî nîqaş bikin bê ka em jiyaneke hevpar û welatîbûneke çawa dixwazin. Em konferansê wekî hewldanekê ji bo afirandina pêşerojeke demokratîk dibînin.”
‘Pratîkên antîdemokratîk asteng in’
Têkildarî mijarê Nûray Turkmen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rola qanûnan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîstî bi guhertineke zagonî ya bingehîn û kûr heye. Yek ji pirsgirêkên esasî ew e ku komar bi salan e bi feraseteke navendperest û bi nenaskirina mafên civakê hatiye heta roja îro. Ji bo demokratîkbûnê pêwîst e zemîneke siyasî bê avakirin. Bidawîbûna polîtîkayên qeyûman û naskirina vîna hilbijartî, wê pêşiya siyaseta demokratîk veke. Komar tenê bi naskirina nasname, ziman, bawerî û azadiya jiyanê dikare demokratîk bibe. Her çiqas çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di navenda demokratîkbûna Tirkiyeyê de cih bigire jî, di heman demê de hemû pratîkên antîdemokratîk li pêşiya demokratîkbûnê asteng in. Ji ber vê yekê, pêwîst e em demokratîkbûnê ne wekî daxwaza beşeke taybet a civakê, lê wekî berpirsyariyeke hevpar a hemû civakê bibînin.”















