Çeteyên HTŞê û SMOyê êrişî girtîgeha Eqtan a çeteyên DAIŞê lê tên ragirtin, kir.
Li gorî nûçeya ANHyê; tevî “peymana agirbestê” ya ku Serokê HTŞê Ahmed Şara ragihand jî li dijî Reqayê êriş pêk tên. Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ragihand ku çeteyên HTŞê û SMOyê êrişî girtîgeha Eqtan a li bajarê Reqayê ku bi sedan DAIŞê lê tê nragirtin, kirin.
HSD û YPJê diyar kir ku êrişa li ser girtîgehê bi dronan û çekên giran hatin kirin.
Şervanên HSD û YPJê bersiva êrişan dan û diyar kirin ku ew ne berpirsên encamên van êrişan e.













