• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Li Hewlêrê droneke xwekuj êrişî otelekê kir

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Droneya êrişî baregeha Amerîkayê ya Bexdayê kir hate xistin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Ji 2yê Adarê ve 217 kes li Lubnanê hatine kuştin

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

    Bexda û Hewlêr: Divê axa Iraqê ji bo êrişan neyê bikaranîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Amedê bang kirin: Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan

Amed / AW

19 ÇILE 2026 - 13:44
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Saziyên Demokratîk, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û partiyên Kurdistanî ku têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan diyar kirin ku piştevaniya dewleta Tirk a ji bo çeteyên HTŞê nayê qebûlkirin û destnîşan kirin ku divê ji bo destkeftiyên Rojava her kes bi ruhê Kobanê rabe ser piyan.

Platforma Saziyên Demokratîk, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û partiyên Kurdistanî têkildarî êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava li Baroya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Êrişan bidin sekinandin, Rojava wijdan e, berxwedan e, azadî ye” hate daliqandin. Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir di nav de endam û nûnerên Platforma Saziyên Demokratîk, Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Platforma Yekîtiya Jinên Kurd û partiyên Kurdistanî tev li bûn.

‘Divê dewleta Tirk dest ji piştgiriya HTŞê berde’

Ewilî Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir axivî. Keskîn Bayindir bal kişand ku ji 6ê Çileyê ve êrişeke hovane li dijî gelê Kurd tê meşandin û wiha got: “Kesên li Rojhilata Nvîn aştiyê dixwazin li hemberî van êrişan nerazîbûna xwe nişan didin. Em jî weke saziyên sivîl, partiyên siyasî, tevgerên jinan û ciwanan ji bo pêşerojeke wekhev, ji bo Rojava ji bo Sûriyeyê piştgiriya xwe nişan bidin. Bi pêşengtiya HTŞê feraseta DAÎŞê li ser jin û ciwanên Kurd êrişeke li dijî mirovahiyê pêk tê. Li her derê nerazîbûn tên nîşandan. Lê bêdengiya hêzên navdewletî û dinyayê heye. Piştgirî û piştevaniya Tirkiyeyê jî ji bo van êrişên hovane heye. Dijberî û dijmanatiya Kurdan heta niha ji bo Tirkiyeyê encameke rast dernexistiye holê. Heta niha jî dernaxe. Tirkiye bi hemû hêzên xwe piştgiriya HTŞê dike ev jî dile Kurd diêşîne û şikandineke mezin derxîne holê. Bangawaziya me ji dewleta Tirk heye ku demildest piştgiriya xwe ji HTŞê zihnîyeta DAIŞê vekişîne. Sînor bi HTŞê nikarin bên damezrandin. Dê encamên vê hebin. Ji bo Tirkiyeyê siyaseta herî baş ew e ku navbeynkariyeke xwişk û biratiyê bike, di navbera Kurdan û rêveberiya Şamê de roleke erênî bilîze. Heta niha rêveberiya Şamê bi zihniyeta DAÎŞê tevdigere. Ev bi piştgirî û polîtîkayên Tirkiyeyê bû. Dê encamên nebaş ji bo Tirkiyeyê derkevin. Em dîsa hişyar dikin, bang dikin, dixwazin rayedarên Tirkiyeyê vegere li ser polîtîkayeke rast û dirûst û ji bo azadî û aştî û statuya gelê Kurd di nava hewldanan de be û roleke rast bilîze.”

‘Em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin’

Keskîn Bayindir di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em îro îlan dikin em aştiyeke birûmet û li ser welatê xwe statuya xwe dixwazin. Em koletî û bindestiyê qebûl nakin. Ne li Rojava ne li Tirkiyeyê ne jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Kesên ku xwest ev pêvajo hilweşe piştgirî dan zihniyeta DAÎŞê, em dîsa bi feraseta gelê xwe yê ku azadî, wekhevî û statuya xwe dixwaze bang dikin em destê xwe bidin hevdû em ê serbikevin. Ev êrişên li ser rojavayê Kurdistanê 60 milyon Kurdên li cîhanê kirin yek dil û yek helwest ji bo hebûn û statuya xwe. Em li ser vê hêvî û ferasetê em ji gelê xwe re pêşerojeke azad xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Heta ku derfetên me hebin em ê destkeftiyên gelê xwe biparêzin û piştgirî û piştevaniya wan bikin. Zor û zehmetî li ser gelê me hebe jî em ê bi ruhê yekîtî û azadiyê li ber xwe bidin û li her derê bin. Em ê nerazîbûna xwe li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat nîşand bidin. Em bi hêvî ne ku Rêveberiya Şamê, Tirkiye û hêzên navdewletî van peyamên me bigirin û li gorî vê polîtîkaya xwe diyar bikin. Heta niha van êrişan ji tu kesê re encameke bi xêr dernexistiye. Werin em Rojihilata Navîn û Rojava bikin warê azadî û aştiyê.”

‘Divê her kes bi ruhê Kobanê rabe ser pêyan’

Dayîka Aştiyê Delal Aktaş jî bal kişand ser êrişên li dijî gelê Kurd tên meşandin û êrişên beriya niha jî hatine kirin bi bîr xist. Delal Aktaş diyar kir ku divê her kes bi ruhê Kobanê rabin ser pêyan û wiha got: “Ev çalakiyên me têrê nakin. Divê em bi ruhê Kobanê rabin. Biçin ser sînoran. Xewa şevan bi me herimî ye. Divê herkes destê xwe deyne bin kevir û biçin deriyên sînor. Divê em nesekinin. Ev dixwazin Rojava bistînin û Kurd sernekevin. Niha pêvajoya aştiyê heye. Ev wisa dikin ku pêvajo xerab bibe û dîsa şer dest pê bike. Heke em ranebin ev şer dê nebaş be. Divê her kes rabe em nikarin li malên xwe rûnin. Serkeftin ji Kobanê re. Em ruhê Kobanê dijîn û em li pişt Kobanê ne.”

‘Rojava Kurdistan e, 60 milyon Kurdan temsîl dike’

Hevberdevkê Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç diyar kir ku di rojên dîrokî re derbas dibin û wiha got: “Rojava ne tenê Rojava ye, çar parçeyê Kurdistanê ye û 60 milyon Kurdan temsîl dike. Bi bedelên giran û têkoşîneke bêhempa destkeftî hatin bidestxistin. Nirxên mirovahiyê ne. Hêzên hovane yên êrişî gelê Kurd dikirin dixwestin gelê Kurd tune bikin. Lê bi bedelên giran Rojava bû xala serkeftinê. Em jî di Rojhilata Navîn de dijîn û vê rastiyê dibînin. Ev tiştên bi serê gelê Kurd tên kirin ji ber yekîtiyeke Kurdan nîne. Armanca me ew e ku em yekîtiya Kurdan pêk bînin. Di vê rewşê de jî diyar bû ku ji bo Kurdan yekîtî ji av û hewayê pêwîsttir e. Em careke din bangawaziya xwe dikin nêrînên me çi bin bila ew bin di van rojan de hate diyarkirin ku pêwîste gelê Kurd li ser nirxên netewî yekîtiya xwe ava bikin. Dilê 60 milyonan li Rojava diavêje û Rojava ji bo wan xeta sor e. Divê em vê hişmendiyê bi rêxistin bikin. Dê bersiva herî mezin ew be ku em yekîtiya gelê Kurd ava bikin. Heta ku gelê Kurd yekîtiya xwe ava nekin ev êriş dê berdewam bikin. Em li her çar aliyê Kurdistanê û hemû Kurdên cîhanê dikin; em xemgîn in lê em tu car bê hêvî nabin. Em ê berxwedana xwe bidomînin û yekîtiya xwe ava bikin. Ev êriş ne li ser rêxistin an partiyekê ye li ser nasnameya Kurdan e. Em bang dikin di van rojên dîrokî de yekîtiya xwe xurt bikin. Em bi hev re nexşerêyeke derxînin li ber xwe bidin. Heke Kurd bibin yek tu hêz nikarine Kurdan.”

‘Dixwazin Şoreşa Jinan bifetisînin’

Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Fatoş Stêrk jî destnîşan kir ku bi polîtîkayên qirkirinê yên li ser Rojava me tên meşandin dixwazin Şoreşa Jinan bifetisînin û wiha got: “Bi hilweşandina peykerên li Tebqayê me careke din feraseta qirêj dît. Dijminê gelê me tifaqa xwe li ser dijminatiya jinan ava dikin û dixwazin destkeftiyên me yên neteweyî yek bi yek ji dest me bigirin. Ji bo parastina Şoreşa Rojava ji her deme bêhtir bi pêşengiya jinan û yekîtiyê heye. Em destnîşan dikin ku ji bo Rojhilata Navîn û Kurdistanê yekîtiya Kurdan e. Dema em bibin yek tu hêz nikarin li ber azadiya me bisekinin. Em bang li hemû jinan dikin, werin em li ser berjewendiyên neteweyî têkoşîna xwe xurt bikin. Îro roja man û nemanê ye.”

‘Divê partiyên siyasî yên Kurdan bibin tifaq’

Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê yê Tirkiyeyê (PDK-T) Mehmet Emîn Kardaş jî bal kişand ser êrişên berê gelê li dijî gelê Kurd hatine kirin û wiha got: “Di sala 2025an de gelek bi hovane bi ser gelê Kurd de hatin û êriş kirin. Amerîkayê kesê ku bi serê wî 10 milyon dolar danîbûn birin Şamê û kirin Serokkomarê Sûriyeyê. Divê gelê Kurd baş bizane ku dijminê wan kî ye dostê wan kî ye. Divê partiyên siyasî yên Kurdan bibin tifaq, bi hev re biryarekê bigirin û li Bakur lihevkirinekê bikin.”

‘Divê her kes bîrdoziya xwe deyne aliyekê û were ba hev’

Berdevkê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) ê Amedê Mûrat Daniş jî anî ziman ku divê her kes bîrdoziya xwe li aliyekê bihêlin û were ba hev û wiha axivî: “Em êrişên li dijî gelê Kurd şermezar dikin. Mesele ne taxên Kurdan an Rojavayê Firatê ye esas mesele statuya Rojava ye. Zêdetirî sed sal in tundî, qirkirin û tecrîdê pirsgirêka mezin tune nekir, berovajiyê wê mezintir kir. Piştî berdana çekan a PKKê divê pêvajo ber bi başiyê ve çûbûya lê li Rojava êriş dikin. Dewlet dibêje kî serbikeve bila bikeve lê bila Kurd sernekevin. Divê em zorê bidin hikumetê ku gavên hiqûqî biavêje. Em bang li gelê Kurdistanê û gelê xwe yê dîasporayê dikin ku piştgiriya Rojava bikin.”

‘Xelasiya Tirk û Kurdan bi hev re girêdayî ye’

Rêveberê Partiya Azadî Cemal Sati jî bal kişand ser hevdîtinên di nav Rêveberiya Xweser û rêveberên Başûr û destnîşan kir ku dewleta Tirk meseleya Kurd çareser bike wê ev yek ji bo wê jî aramiyê bi xwe re bîne. Cemal Sati destnîşan kir ku xelasiya Tirk û Kurdan bi hev ve girêdayî ye û wiha got: “Heke gelê Kurd li Rojava statuyekê bi dest bixin dê di pêşerojê de jî tifaqeke baş bi Tirkiyeyê re bikin. Berxwedana Rojava silav dikim. Em bi hêvî ne ku li Rojava statuyeke baş derkeve holê.”

 

Etîket: Bakur û Rojhilatê SûriyeyêCemal SatiÇigdem kiliçgun UçarDelal AktaşFatoş StêrkÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKeskîn BayindirMehmet Emîn KardaşMehmet KamaçMûrat DanişPlatforma Saziyên DemokratîkPlatforma Yekîtiya Jinên Kurd û partiyên Kurdistanî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Em ê li cem têkoşîna demokratîk a gelên Îranê bin

4 ADAR 2026
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

2 ADAR 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Kobanê warê şînbûna yekîtiya neteweyî ye

Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo entegrasyona demokratîk pêdivî bi qanûnên aştiyê heye

27 SIBAT 2026
‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

‘Divê sermuzakerevan birêz Ocalan dikaribe bi awayekî azad bixebite’

27 SIBAT 2026

Bi girseyî serdana kesên ji girtîgehê hatibûn berdan kirin

23 SIBAT 2026
Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

Herêma Serhedê gazî kir: Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî

21 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zubeyîr Aydar: Divê Tirkiye demildest zagonanên pêwîst derbixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sembola rojiyê xurme bi Remezanê re li ser hemû dezgeh û sifreyan cih digire

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ûgûrlû: Mafê hêviyê ji bo birêz Ocalan mafekî rewa, mirovî û hiqûqî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (246)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne