Hunermendên Kurd li diijî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li ser gelê Kurd ê Rojava banga xwedî derketinê kirin û diyar kirin ku Rojava xeta wan ya sor û rûmeta wan e û pewist e tevahiya gelê Kurd li Rojava xwedî derkeve.
Hunermendên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê bertek nîşanî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser gelê Kurd ê Rojava dan. Hunermendan êrişên li ser gelê Rojava şermezar kirin û dan zanîn ku gelê Rojava ne bi tenê ye.
Hunermendên ku banga piştgiriyê xwedîderketina li Rojava kirin, ev in: Mûrad Demir, Elî Tekbaş, Kasim Taşdogan, Hunermend Asmîn, Kadîr Çat, Baran Çelebî, Hunermend Rojkar, Gulan Mizgîn, Omer Arîn, Dengbêj Ehmed, Hunermend Marûf, Hunermend Çîçek, Yûsiv Batûr, Bamerd Jan, Nacî Mizgîn, Zerdeşt Yaşar, Ferhad Toprak, Sîmyager, Şêrzat, Şêrko Kanîwar.













