Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji bo xwedîderketina li destkeftiyên Rojava û êrişên çeteyan meşek girseyî tê lidarxistin.
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji bo xwedîderketina li destkeftiyên Rojava û êrişên çeteyan meşek girseyî tê lidarxistin. Meş ji Parka Koşûyolûyê dest pê kir û heta Deriyê Çiyê dê berdewam bike. Hevserokên Giştî yên DBPê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, rêveberên saziyên pêkhateyên Platformê û bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.












