Foza Yusif bal kişand ser êrişên qirkirinê yên li ser Rojava û got: “Hikûmeta demkî ya Şamê bi temamî teslîmbûnê li ser me ferz dike û tiştekê qebûl nake. Me jî biryara berxwedanê daye.”
Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Foza Yûsif tevlî televîzyoneke ya Başûrê Kurdistanê bû û banga lezgîn li xelkê Başûr û Bakurê Kurdistanê kir ku xwe li sînoran bidin û derbasî Rojava bibin.
Foza Yusif banga xwedîderketinê li xelkê Rojava kir û tevlî seferberiyê bibin.













